Xala yekem a rêkeftina Şingalê hat bicihkirin

22-11-2020
Tehsîn Qasim
Tehsîn Qasim
Di çarçova rêkeftinê de 6 hezar polîsê federalî yê Iraqê li rojavayê Şingalê bicih bûn
Di çarçova rêkeftinê de 6 hezar polîsê federalî yê Iraqê li rojavayê Şingalê bicih bûn
Nîşan Şingal Operasyonên Hevbeş Heyder Şeşo
A+ A-

Şingal (Rûdaw) - Xala yekem a rêkeftina Iraq û Herêma Kurdistanê derbarê Şingalê de hat bicihkirin û di wê çarçovê de 6 hezar polîsê federalî yê Iraqê li rojavayê Şingalê bicih bûn. Parêzgarê Neynowa jî tekez dike ku heta destpêka meha bê rêkeftin dê bikeve warê cîbicîkirinê.

Sê lîwayên polîsê Iraqê bi dirêjiya 80 kîlometre sînorê Iraq û Sûriyê diparêzin û heta destpêka meha bê li gor gotina parêzgarê Neynowa rêkeftina Şingalê dê bikeve warê cîbicîkirinê.

Necim Cibûrî, Parêzgarê Neynowa dibêje, “Ev hêz hatine da ku sînor bi temamî biparêzin, taybet li rojavayê Şingalê û sînorê Sûriyê, Be`ac, Şingal û ew dever. Heta destpêka meha bê ev biryar dê bikeve warê cîbicîkirinê li ser rûyê erdê.”

Beşek ji grûpên çekdar ên li Şingalê amade nînin Şingalê bi yekcarî vala bikin, ew hewl didin destpêkê danûstandinê li gel hikûmeta Iraqê bikin.

Hisên Hecî, endamê partiya PADê, dibêje, “Çênabe xwe li ser Şingalê de ferz bikin û ji wan kesên xwîn dan, şehîd dan û 6 sal e li ber xwe didin re bêjin bi asanî ji Şingalê biçin, ev yek nayê qebûlkirin.”

Li gor Berpirsê Hêza Parastina Êzidxanê, hatina polîsê federalî pêngaveke baş e ji bo asayîkirina rewşa Şingalê.

Heyder Şeşo, Berpirsê Hêza Parastina Êzidxanê, dibêje,  “Hatina polîsê federalî mebest ji wê ew e pirsgirêk li Şingalê çê nebin da ku bikarin sînorê Sûriye û Iraqê biparêzin pêngaveke baş e.”

Di çarçova qonaxa duyem a rêkeftina Şingalê de, 2500 polîsê federalî dê li Şingalê bên damezarandin û kargêriya nû ji bo Şingalê bê danîn.

Li Şingalê 7 hêzên çekdar hene û bo dema 3 salan e 4 hêz ji wan bi awayek hevbeş beşek ji zalgehên Şingalê diparêzin û li gor rêkeftina Şingalê divê grûpên çekdar derkevin derveyî bajar.

Lîwa Tehsîn Xefacî, Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ya Iraqê da xuyakirin,  erkê wê hêza polîsê federalî ku ji bo Şingalê hatiye şandin, serpereştîkirina dosya ewlekariyê û cîbicîkirina rêkeftinia Şingalê ye. 

Lîwa Tehsîn diyar jî kir, firqeya 6 ya hêzên polîsê federal berpirs dibe ji rêvebirina keysa ewlekariyê li nav bajarê Şingalê.

Roja 10.10.2020 hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê deqa rêkeftina derbarê Şingalê de belav kirin û tê de hatiye diyarkirin ku hikûmeta federalî îdareya pirsa emnî ya bajar dike û divê dawî li hebûna PKK û hemû wan grûpên din ên li Şingalê bê anîn.

Roja 17.11.2020, şandeke hikûmeta Iraqê ya bi serokatiya Qasim Erecî, Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Iraqê gihîşte Hewlêrê û ji bo diyarkirina rêkarên cîbicîkirina rêkeftina Şingalê li gel Rêber Ehmed, Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kom bû.

Piştî civînê Qasim Erecî di kongreyeke rojnamevanî ya hevbeş de li gel Rêbr Ehmed tekez kir, “Pêngavên baş ji bo asayîkirina rewşa bajar, vegera koçberan û îdareyeke rasteqîne li wê qezayê (Şingal) hatine avêtin. Jibilî Iraqiyan nabe hebşna ti hêzeke din hebe.”

Sala 2014an ji br êrişa Şingalê zêdetir ji 260 hezar kes ji Şingalê koçber bûn û beşa herî zêde ya wan koçberan jî di nav 16 kampên li parêzgeha Duhokê hatine bicihkirin û heta niha tenê nêzikî 20 hezar kes vegeriyane ser warên xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst