Kurdên şebek û leşkerên şîe bi hev re şîn girêdan

22-11-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Bertile Îmam Husên Şîe
A+ A-

Bertile (Rûdaw) – Li navçeya Bertileyê, kurdên şebek û leşkerên şîe yên Artêşa Iraqê, di rêwresma Çileya Şîna Îmam Husên de hatine ba hev.

 

Li navçeya Bertileyê, kurdên şebek piştî vegera malên xwe, rêwresmek ji bo Çileya Şîna Îmam Husên saz kirin. Leşkerên şîe yên Artêşa Iraqê jî beşdarî rêwresmê bûn.

 

Konê şîna li Bertileyê tenê 10 kîlometreyan ji çeperên DAIŞê dûr e. Kesên beşdarî rêwresmê bûn ji Rûdawê re gotin, “Divê piştî nemana DAIŞê deşta Nînowa dîsa weke berî, bibe cihê bi hevre jiyana çand û olan û herwiha şîe, sunne, mesîhî û ol û neteweyên din bikarin di nava aştiyê de bijîn.”

 

Leşkerên şîe yên dezgeha Dije Terora Iraqê di nav şer de jî xwe ji rêwresmê bê par nakin.

 

Di wê demê de ku bi milyonan şîe li Kerbelayê şîna Îmam Husên digrin, leşkerên Iraqê yên şîe jî li nêzîkê bajarê mezin ê sunneyan Mûsilê dirûşma “Lebeyk ya Husên” digotin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst