DAIŞê kûçikên birçî berdan dor canê 12 xortan!

22-11-2015
RÛDAW
Nîşan DAIŞ Dîl Girtî Se Geyare Um Emmar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çekdarên DAIŞê îro li nav  bajarê Mûsilê DAIŞê 12 xort xistin ber destê kûçikên birçî û bi vî awayî ew kuştin. Herwiha li bajarokê Geyare, Berpirsa jinên çekdar ên DAIŞê Um Emmar jî hat kuştin

 

Li gor agahiyan, Çekdarên DAIŞê bo kuştina dîl û girtiyên di destê xwe de şêwazek nû bi kar tînin û kûçikên birçî berdidin dor canê wan û heya miirnê wan îşkence dikin.

 

Berpirsê Ragihandina Liqa 14 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Mûsilê Seîd Memozînî ji Rûdawê re ragihand: “Sibehiya îro 22ê Mijdarê çekdarên DAIŞê cezayê îşkencekirina heya mirinê bi ser 12 xortan de cîbicî kirin û seyên har û birçî berdan canê wan.”

 

Seîd Memozînî got: “Ew xort ji ber ku xwe ji dest DAIŞê veşartibûn daku neçin eniyê şer, ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn girtin û di destê wan de dîl bûn.”

 

Memozînî herwiha got: “Îro çekdaran dest û piyên her 12 xortên dîl girê dan û li ber çavê çend girtiyên din de xistin ber destê kûçikên birsîkirî û piştî ku seyên har piraniya cendekê wan xwar, wan jiyana xwe ji dest da.”

 

Li Geyare êrişî DAIŞê kirin

 

Li gor gotina Berpirsê Ragihandina Liqa 14 a PDKê li Mûsilê, her îro li bajarokê Geyare ya girêdayî Mûsilê çend çekdarên nenaskirî êrişî navendeke leşekrî ya DAIŞê kirin.

 

Seîd Memozînî ragihand, di encama vê êrişê de, Berpirsa jinên çekdarên DAIŞê li Geyare Um Emmar û 4 çekdarên jin ên DAIŞê hatin kuştin.

 

Rêxistina DAIŞê saziyeke taybet bi çekdarên jin jî heye ku jê re Elxensa tê gotin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst