Amerîkayê ji bo nûjenkirina perestgeha Lalişê 500,000 dolarên din alîkarî da

22-10-2020
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Amerîka Perestgeha Laliş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Konsulê Giştî yê Amerîkayê serdana Perestgeha Lalişê, perestgeha pîroz a Kurdên Êzidî li qezaya Şêxanê kir û 500,000 dolar weke alîkarî ji bo nûjenkirina perestgehê bexşand.

Roja Çarşemê 21ê Cotmeha 2020an, Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Herêma Kurdistanê, Rob Waller bi serdanekê çû Lalişê û li gel kesatiyên Kurdên Êzidî civiya.

Konsulê Giştî yê  Amerîkayê, di vê serdana xwe 500,000 dolar ji bo nûjenkirina perestgeha Lalişê pêşkêş kir. Amerîkayê pêştir jî 500,000 dolar ji bo nûjenkirina mezargehê alîkarî dabû û bi vê alîkariya vê carê re, qebareya alîkariya Amerîkayê bo nûjenkirina Lalişê gihîşt milyonek dolarî.

Rob Waller di dema serdana xwe ya bo Mezargeha Lalişê de ragihand, şanaziyeke mezin e bo min ku serdana cihê herî pîroz dikim, ku ew jî Perestgeha Lalişê ye.

Waller herwiha ji ber koça dawî ya Babe Şêx, Rêberê Rûhanî yên Kurdên Êzidî, serxweşî li êzidiyan kir û diyar kir, ew di wê baweriyê de ye, ku ruhê Babe Şêx aram dib edema ku dibîne, ew li wê derê ne û pabendî parastina “wê cihê ruhanî û xezîneya çandî ne ku giringiyeke xwe ya taybet heye û bi jiyana êzidiyan ve hatiye girêdan, li her cihekê cîhanê bin.”

Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Herêma Kurdistanê, behsa alîkariyên darayî yên Amerîkayê bo Perestgeha Lalişê kir û got, cihê şanaziyê ye ku ew îro beşa duyem a alîkariyên darayî yên Wezareta Derve ya Amerîkayê ku 500,000 dolar e, dibexşînin Perestgeha Lalişê, ji bo parastin û nûjenkirina wê “ xezîneya giranbuha ya netewî.”

 

 

Rob Waller diyar kir, ku Amerîkayê heta niha milyonek dolar weke alîkarî ji bo parastina Perestgeha Lalişê pêşkêş kiriye û amaje bi alîkariyên welatê xwe bo Herêma Kurdistanê kir û ragihand, Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê, di rêya ajansa geşepêdana welatê xwe re (USAID) û ajansên din re, heta niha “470 milyon dolar, ji bo alîkariya pêkhateyên etnîkî û olî li bakurê Iraqê” terxan kiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst