Li Amedê nirxê xaniyan ji %50 zêde bûye

22-10-2020
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Sala 2019an li Amedê 20 hezar û 24 xanî hatine firotin
Sala 2019an li Amedê 20 hezar û 24 xanî hatine firotin
Nîşan Amed Xanî Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li bajarê Amedê ji ber bilindbûna faîzên krediyan, bilindbûna nirxê dolarê amerîkî li hemberî lîreyê tirk, buhayê xaniyan jî ji sedî 30 heta sedî 50 bilind bû. Di rewşeke wiha de piraniya xelkê nikarin xanî bikirin û avahîsaz jî nikarin xaniyan li gorî dilê xwe bifiroşin.

Li bajarê Amedê buhayê xaniyan di nava 5 mehan de ji sedî 30 heta sedî 50 zêde bû. Nexasim jî li navçeya Peyasê.

Xaniyên 3 ode û salonek ên li vê navçeyê ji 350 hezar lîreyî dest pê dike û heta milyonek û nîv jî bilind dibe. Emlakvan sedema buhabûna xaniyan bi bilindbûna krediyên bankayan ve girê didin.

Omur Çelîk, Endamê Lijneya Rêveber a Emlakvanên Amedê, “Beriya sê çar mehan ji ber daketina faîza krediyan, gelek xanî hatin firotin. Rêjeya firotinê zêde bû. Lê îro ji ber ku faîzên krediyan bilind bûn, niha firotina xaniyan rawestiyaye.”

Muxlis Bagkesîcî jî ev 18 sal in ku bi markaya xwe xaniyan lêdike û balaxaneyan ava dike. Ew yek ji avahîsazên bi hêz ê Amedê ye. Li gorî gotina wî her çiqas xanî ji sedî 50 buha bibin jî li gorî bajarên Tirkiyeyê xaniyên li Amedê erzan in.

Muxlis Bagkesîcî, Avahîsaz diyar dike, “Em li ser xwe dibêjin, em çêdikin ji bo ku bişixulin, çend kes li ba me bişixulin. Lê niha em nikarin êdî xaniyan jî çêkin. Bawer bike herkes bi zirarê xaniyan çêdike. Ji ber ku îmar tune ye, kar tune ye, herkes hema dibêje karekî bikim ku nanek bibim mala xwe. Yên çêkin jî dê qezenç nekin.”

Di sala 2019an de li Amedê 20 hezar û 24 xanî hatine firotin. Rêjeya firotina xaniyan a îsal dê di serê salê de diyar bibe. Di meha tebaxa îsal de li Amedê hezar û 978 xanî hatine firotin. Lê di meha îlonê de ev rêje nîvî ketiye.

Karkerê paqijiya otomobîlan Mehmet Karagoz dibêje, “Buhayê xaniyan pir zêde bûne. Îmkanên min tune ye. Ez bizewicim jî piştî gelek salan jî ez ê nikaribim ji xwe re xanî bikirim.”

Karkerê boyaxê Hacî Yaşar jî diyar dike, “Karkerên hejar dê 300 hezar lîreyan ji ku bîne? Ger 200 hezar lîreyên wan hebûna, belkî hinekî jî deyn bikirana û ji xwe re bikiriyana.”

Dikandar Evdila Konak jî dibêje, “Ên ku dahateke wan tunebe, karekî wan tunebe û nikarin ji xwe re kredî bikişînin nikarin xaniyan bikirin.”

Sedema buhabûna xaniyan her çiqas bi bilindbûna nirxê dolar ve tê girêdan jî nirxê xaniyan li gorî dolar ji  sedî 15 zêdetir bilind bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst