Yekgirtû: Emê bibin opozisyon

22-10-2018
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Hilbijartin Yekgirtû Opozisyon Hikûmet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê helwesta xwe derbarê hikûmeta nû ya Kurdistanê de aşkere kir û ragihand, ew dê di xûla nû ya parlamentoya Kurdistanê de opozisyon bin û beşdariyê di kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de nakin.

 

Encûmena Serkirdatiya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê îro 22ê Cotmeha 2018 civîneke neasayî saz kir û têde encamên dawî yên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û helwesta Yekgirtû di vê derbarê de gotûbêj kir.

 

Di daxuyaniya piştî civînê de hatiye gotin, ku di destpêka civînê de “gotûbêj li ser wan binpêkarî û saxtekariyan hat kirin, ku herdu aliyên desthilatê bi armanca guhertina rêjeya dengan di proseya hilbijartinan de li gorî berjewendiya xwe, hat kirin û careke din tekezî li ser redkirina encamên hilbijartinan ê pêkanîna rêkarên yasayî yên pêwîst bo wê yekê hat kirin.”

 

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de “bijardeyên li ber destê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û çawaniya serederîkirina li gel vê mijarê” hatin gotûbêjkirin.

 

Encûmena Serkirdatiya Yekgirtûyê piştî nirxandin û gotûbêjkirina encamên rapirsiya ji kadro û organên partiyê, biryar da ku Yekgirtû beşdarî di kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de neke û weke opozisyon bimîne.

 

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Encûmena Serkirdatiya Yekgirtûyê piştî nirxandin û gotûbêjkirina encamên rapirsiya ji kadro û organên partiyê, biryar da; Yekgirtû di vê xûlê de beşdarî kabîneya nû ya Hikûmeta Herêmê neke û weke opozisyonê berdewamî bi xebata xwe ya siyasî û parlemanî bide, bi armanca beşdarbûneke aktîv di proseya çaksaziya rasteqîn, dijatîkirina gendeliyê û bicihanîna dadweriyê ji bo tev welatî, çîn û tiwêjên gelê me.”

 

Di beşeke din a daxuyaniya Encûmena Srkirdatiya Yekgirtûyê, soza wê yekê hatiye dan, ku pêdeçûneke bingehîn di wê partiyê de dest pê bike û xalên lawaz ên partiyê û sedemên kêmbûna dengên partiyê bêne destnîşankirin.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Di dawiyê de Encûmena Serkirdatiyê spasî û destxweşî li tevahiya endam, alîgir û organên partiyê kir û hewl û mandûbûna wan bo serxistina proseya hilbijartinan bilind nirxand, herwiha soza wê yekê da, ku civîna encûmena giştî ya partiyê ku biryar e di van rojan de bihê sazkirin, bikin îstgehek û derfetek bo encamdana proseyeke pêdeçûna bingehîn û destnîşankirina xalên lawaz û sedemên kêmbûna dengan û encamdana çaksaziyê û guhertinên navxweyî, bi armanca xwenûkirinê û rabûnê û derbaskirina vê qonaxa nexwestî.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst