Iraqê 10 milyar dînar ji Hêza Pêşmerge re şand

22-10-2016
RÛDAW
Nîşan Iraq Bexda Kurdistan Hewlêr Pêşmerge Pere Wezareta Darayî Fazil Nebî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Iraqê 10 milyar dînar pere ji Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê re dişîne.

 

Hikûmeta Iraqê biryar da, ku bi qasî 10 milyar dînar weke niyetpakiyê ji Hêzên Pêşmerge re bişîne, ku niha bi hevbeşî li gel hêzên Iraqê û hêzên hevpeymanan operasyona kontrolkirina Mûsilê pêk tînin.

 

Alîkarê Wezareta Darayî ya Iraqê, Fazil Nebî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, roja pênşemiya bihorî me nivîsek kir, da ku 10 milyar dînar ji Hêzên Pêşmerge re were şandin.

 

Fazil Nebî got: “Ev biryar di çarçoveya rêkevtina navbera Hewlêr û Bexdayê de ye.”

 

Nebî derbarê dema birêkirina wî pereyî de jî da xuyakirin: “Ev biryar hatiye dan û proseya şandina wî pereyî jî karekî rotînî ye û di van nêzîkan de dê bigihîje Hewlêrê.”

 

Biryara Bexdayê ya bo şandina pere bo Hêza Pêşmerge di demekê de tê, ku hefteya buhorî jî Hikûmeta Iraqê 309 milyar dînar deynên cotkarn Kurdistanê ji Hewlêrê re şand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst