ŞERÊ MÛSILÊ – Pêşmerge 15 gundên Kurdên Şebek rizgar kir

22-10-2016
RÛDAW
Nîşan Operasyona Mûsilê Pêşmerge Kurdên Şebek DAIŞ Şerê_Mûsilê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di 6 rojên destpêkirina operasyona kontrolkirina Mûsilê de, Hêzên Pêşmerge 15 gundên Kurdên Şebek ji destê DAIŞê derxistin û kontrol kirin.

 

Îro şemî 22ê Cotmeha 2016, operasyona kontrolkirina Mûsilê ku ji aliyê Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê û bi hevkariya hêzên hevpeymanan dest pê kiriye, derbasî roja şeşemîn bû.

 

Li gorî agahiyan Rûdawê, ji destpêka operasyonên ve heta niha 15 gundên Kurdên Şebek li sînorê parêzgeha Mûsilê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatine kontrolkirin.

 

Endamê Encumena Parêzgeha Mûsilê û nûnerê Kurdên Şebek, Xezwan Dawûdî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Ji destpêka operasyona kontrolkirina bajarê Mûsilê ve heta niha 15 gundên Kurdên Şebek li sînorê vê parêzgehê hatine kontrolkirin.”

 

Xezwan Dawûdî herwiha got, îro şemî 22ê Cotmeha 2016, bajarokê Bertile jî bi tevahî ji aliyê hêzên Artêşa Iraqê û bi alîkariya Hêzên Pêşmerge ve hat kontrolkirin, ku nîvê rûniştvanên vî bajarokî, ji Kurdên Şebek in û nîvê din jî mesîhî ne.

 

Li sînorê parêzgeha Mûsilê û Deşta Neynewayê, 57 gundên Kurdên Şebek hene û tê çaverêkirin di çend rojên dahatî de û di berdewamiya operasyona Mûsilê de ji destê çekdarên DAIŞê werin rizgarkirin.

 

Roja duşemiya hefteya bihorî 17ê Cotmehê operasyona girtina Mûsilê ji aliyê Hêzên Pêşmerge, Artêşa Iraqê û bi piştevaniya hêzên hevpeymanan dest pê kir.

 

Îro şemî 22ê Cotmehê jî operasyon li hin eniyên şer berdewam kir û piştî ku Hêzên Pêşmerge bajarokê Bertile bi tevahî dorpêç kirin, ev bajarok di şerekî giran de ji aliyê Artêşa Iraqê ve hat kontrolkirin.

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê, di encama şerê li Bertile de, zêdetirî 80 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

 

Bajarokê Bertile dikeve rojhialtê bajarê Mûsilê û hejmara rûniştvanên wê berî êrişên DAIŞê derdora 60 hezar kesî bû, ku piraniya wan Kurdên Şebek û Mesîhî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst