Metro: Êrişa Asayişa Rojava bo ser Rengîn Şero hovîtî ye

22-09-2016
RÛDAW
Navenda Metroyê li ser êrişa Asayişa Rojava bo ser Rengîn Şero daxuyanî da
Navenda Metroyê li ser êrişa Asayişa Rojava bo ser Rengîn Şero daxuyanî da
Nîşan Navenda Metro Rûdaw Rengîn Şero Asayişa Rojava Kantona Cizîrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Navenda Metro bo bergirîkirin li mafên rojnamavenan derbarê êrişa hêzên Asayişa Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê bo ser rojnamevan û peyamnêra Rûdawê, Rengîn Şero de daxuyanî da.

 

Serokê Navenda Metro bo bergirîkirin li mafên rojnamevanan, Rehman Xerîb, êrişa Asayişa Kantona Cizîrê bo ser peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê, Rengîn Şero bi tundî şermezar kir.

 

Rehman Xerbî di pêwendiyeke telefonî de ji Rûdawê re ragihand, êrişkirina ser xanima rojnamevan a Rûdawê, karekî hovîtî ye.

 

Xerîb wiha axivî: “Ewa ku me bihîst û me guh jê bû derbarê êrişkirina ser peymanêra Rûdawê, ji bilî karekî hovane tiştek din nîne û em bi tundî şermezar dikin.”

 

Îro pênşemî 22ê Îlona 2016 hêzên Asayişa Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, rê li derbasbûna rojnamevana Tora Medyayî ya Rûdawê Rengîn Şero bo Rojavayê Kurdistanê girtin, ku bo serdankirina dayik û bav û keskarên xwe dxiwast biçe gundê Dûgirka yê nêzîkî bajarokê Girkê Legê yê girêdayî parêzghea Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê.

 

Navenda Metro bo bergirîkirin li mafên rojnamevanan, rêxistineke serbixwe û xwebexş e ku di meha Tebax a 2009 de li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê komek rojnamevan û parêzer ve hatiye damezrandin.

 

Baregeha sereke ya Navenda Metroyê li bajarê Silêmaniyê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst