HRE: 'Leşkerek û 8 çete hatin kuştin'

22-08-2024
Nîşan Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Leşker Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyand ku hêzên wan leşkerekî Tirkiyeyê û 8 çekdarên komên çekdar ên di kontrola Tirkiyeyê de kuştine.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser çalakiyên xwe yên 13-17ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Hat diyarkirin ku di navbera van rojan de çalakiyên cuda hatine lidarxistin û leşkerên Tirkiyeyê û çekdarên wê hatine hedefgirtin.

Li gorî daxuyaniyê, ev çalakî li Şêrewa, Mare û Babê hatine lidarxistin.

HREyê ragihand ku di van çalakiyan de bi tevahî leşkerek û 8 çekdar hatine kuştin.

Herwiha 3 leşker û 9 çekdar jî hatine birîndarkirin.

HREyê hefteya borî jî ragihandibû ku wan “20 çete kuştine.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst