Li Efrînê çekdaran welatiyekî Kurd girtin

22-05-2023
RÛDAW
Nîşan Efrîn Rojava Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li nehiyeya Cindirêsê ya herêma Efrînê, çekdarên opozisyona Sûriyê welatiyek kurd girtine ku ji navçeya Şehbayê vegeriya ye.

Çalakvanê belgekirina binpêkirinan li Efrînê, Mistefa Şêxo ji Rûdawê re ragihand ku polîsên sivîl roja 17ê Gulanê welatiyê Kurd Mihemed Osman Koçer li nav bajarokê Cindirêsê girtine.

Mistefa Şêxo da zanîn ku welatiyê navborî xelkê bajarokê Şiyê ye û li Cindirêsê niştecî bûye û berê ji aliyê çekdarên grûpa Emşat ve hatibû girtin û îşkence li wî hatibû kirin.

Şêxo ku bi xwe jî xelkê Şiyê ye, herwiha diyar kir, ji ber girtin û îşkenceyê Mihemed Koçer reviyabû navçeya Şehbayê, lê berî mehekê vegeriyabû gundê xwe ku ji 17ê Gulanê ve ji aliyê polîsên sivîl ên ser bi desthilata opozisyona Sûriyê ve hatiye girtin.

Herêma Efrînê herêmeek Rojavayê Kurdistanê ye ku ji adara 2018an ve ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê ve hatiye dagirkirin.

Ji wê demê ve gelek binpêkirinên mafên mirovan di derheqê xelkê Efrînê de hatine kirin û bi dehan raportên navdewletî li ser wan binpêkirinan hatine belavkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst