Efrîn: Çekdarên el-Hemzat 1400 darên hinaran birrîn

22-05-2023
RÛDAW
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şêrawa ya ser bi Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ve, çekdarên grûpa el-Hemzat a ser bi Tirkiyê ve 1400 darên hinaran birrîn.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, li navçeya Şêrawa ya Efrînê, çekdarên grûpa el-Hemzat a ser bi Tirkiyê ve 1400 darên hinaran qut kirine.

Çavkaniyan diyar kirin, ku ew dar ên dû welatiyên xelkê gundê Eyn Darê bûne ku 800 dar ên Nîhad Hisên Hemkê û 600 darên din jî yên Ebdo Reşîd Seydo ne.

Li gor heman çavkaniyan, piştî birrîna daran ji aliyê çekdarên el-Hemzat ve, çekdaran ew dar birine gundê Basûte û piştî wan hişk dikin li bazarên Efrîn û Ezazê difiroşin.

Li gor raporeke hevbeş a Rêxistina Sûriyên ji bo Rastî û Edaletê (Sûriyûn Min Ecil el-Heqîqe we el-Edale) û Komeleya Lîlûn bo Qurbaniyan ku 12ê Nîsana 2023an belav kiribûn, grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve li 114 cihên Efrînê dar birrîne.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, ji destpêka 2023an û heta niha grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê 5 hezar û 258 dar li hemû navçeyên Efrînê birrîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst