'Yekîtiya Kurdan bo parastina berjewendiyên gelê Kurdistanê giring e'

22-05-2022
RÛDAW
Nîşan Robert Palladino PDK YNK Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Robert Palladino ragihand, yekrêziya navbera Kurdan dê bibe sedema parastina berjewendiyên gelê Kurdistanê û civîna PDK û YNKê di vê çarçoveyê de weke gaveke girîng bi nav kir.

Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Robert Palladino îro Yekşemê (22.05.2022) di panelekê de ku li Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê hat lidarxistin de gotarek pêşkêş kir û tê de got “Raman derbirînê ji bo Herêma Kurdistanê giring e ji ber ku dê bibe sedema aramî û xweşguzariyê. Dewletên Yekbûyê yên Amerîkayê giringiyê dide aramî û xweşguzariya Herêma Kurdistanê.”

Di vê çarçoveyê de Robert Palladino diyar kir ku ew ji danûstandinên îro yên di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de destpê kirine, kêfxweş in û destxweşiyê li herdû partiyan kir.

Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Robert Palladino hevdîtinên di navbera PDK û YNKê de weke gaveke girîng bi nav kir û got “Yekitiya Kurdan, ji ber ku dê alîkariyeke mezin ji bo parastina berjewendiyên gelê Herêma Kurdistanê bike giring e, hem li vê derê hem jî li Bexdayê.”

Robert Palladino balkişand li ser wê yekê ku pêwîste piştevanî bo geşbûn û aramiya Herêma Kurdistanê bê kirin.

Derbarê rewşa dawî ya Iraqê û pêkanîna kabîneya nû de jî, Palladino amaje bi wê yekê jî kir “Divê hemû alî bi lez û bez han bidin ji bo pêkanîna hikûmeta nû.”

Herwiha Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê got “Gelek dezgehên ragihandinê yên ku nûnertiya gelek aliyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê dikin, ez kêfxweş im ku we hemûyan li vir bi hev re dibînim û ev ji bo Herêma Kurdistanê pêşketineke gelek girîng e.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî beşdarî merasîma derçûyên dewreya 16emîn a Koleja Serbazî ya Qelaçolan a Silêmaniyê bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Silêmaniyê li gel aliyên siyasî dicive.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî û Cîgirê Serokêwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî civiya.

Piştî civînê jî, Serokê Herêma Kurdistanê  serdana Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê kir û li gel Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Islamî Selahedîn Behaedîn civiya.

Biryar e Serokê Herêma Kurdistanê li gel serokê Komeleya Dadgerî ya Kurdistan Elî Bapîr, herweha rêkxerê berê yê Tevgera Goran Umer Seyid Elî jî bicive. Serokê Herêma Kurdistanê serdana Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê li Silêmaniyê jî wê bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst