Nifşê Nû: Rewşa tendirustiya Şasiwar Ebdulwahîd nebaş e

22-05-2019
RÛDAW
Nîşan Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahîd Greva Birçîbûnê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endamekî Encûmena Bilind a Tevgera Nifşê Nû ragihand ku Serokê Tevgerê Şasiwar Ebdulwahîd ketiye greva birçîbûnê û rewşa tendirustiya wî nebaş e.

 

Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahîd bi biryara dadger û li gor madeya 2 ya yasaya xirabbikaranîna amûrên peywendiyê roja 16ê Gulana 2019an hat desteserkirin.

 

Cîgirê Serokê Fraksiyona Nifşê Nû yê li Parlementoya Kurdistanê û Endamê Encûmena Bilind a Nifşê Nû Kawe Ebdulqadir ji Rûdawê re diyar kir: “Her çiqas bûye hefteyek serokê tevgerê ji aliyê Asayişê ve hatiye desteserkirin, bû sê roj ji parêzer û malbata wî ti kesî ew nedîtiye û destûr nehatiye dayîn ku wî bibînin. Zanyariyên em hene ku Kak Şasiwar ketiye greva birçîbûnê û rewşa tendirustiya wî nebaş e.”

 

Kawe Ebdulqadir herwiha got: “Çend roj in Asayiş bi hincetên cuda rê nade ku malbat û parêzer û parlementerên Nifşê Nû, Şasiwar Ebdulwahîd bibînin. Heta min bi xwe jî daxwaza dîtinê kir û rê nedan ku ez wî bibînim.”

 

Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahîd li ser giliya parlementer Şadî Newzad û gotinên çend parlementerên din ên Fraksiyona Nifşê Nû çûye ber dadgehê ku li ser gefxwarina belavkirina dîmenên vîdeoyî yên çêkirî tê tohmetbarkirin.

 

Herwiha vê êvarê medyayên nêzîkî Tevgera Nifşê Nû di nûçeyeke bilez de ragihand ku Şasiwar Ebdulwahîd li zindanê di greva birçîbûnê de ye û rewşa tendirustiya wî nebaş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst