Hewlêr (Rûdaw) - Spîker û pêşkêşkarê navdarê kanala televîzyona Tora Medyayî ya Rûdawê, Dilbixwîn Dara li ser fêrnekirina zarokan bi zimanê Kurdî, rexne li beşek ji xelkê Bakurê Kurdistanê girt û bangewaziyek li wan kir, ku ji bo parastina zimanê netewa xwe, zarokên xwe fêrî zimanê Kurdî bikin.
Roja Çarşemî 21ê Sibatê roja cîhanî ya Zimanê Zikmakî bû û di vê rojê de li Herêma Kurdistanê û seranserên cîhanê gelek çalakî bi vê munasibetê hatin lidarxistin, ku têde tekezî li ser giringiya ziman di nasnameya her neteweyekê de, perwerdeye bi zimanê dayikê û parastina zimanê zikmakêî hatin kirin.
Li her sê parçeyên din ên Kurdistanê jî çendîn çalakî bi helkevta roja cîhanî ya Zimanê Zikmakî hatin lidarxistin, lê belê ji bilî Rojavayê Kurdistanê ku ew çend sal in derfetek bo vejandina zimanê Kurdî li wê derê çê bûye, tevî lidarxistina hin çalakiyan jî zimanê Kurdî li her du parçeyên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê di rewşeke xirab de ye û asteniyên mezin li pêşiya fêrbûna zimanê Kurdî hene.
Li gel hebûna astengiyên li pêşiya bikaranîn û fêrbûna zimanê Kurdî ji aliyê dewletên serdest ve, diyardeyek din jî bandor li ser rewşa zimanê zikmakî li parçeyên din ên Kurdistanê û bi taybetî Bakurê Kurdistanê kiriye û ew jî dûrketina welatiyên Kurd ji zimanê dayikê, zimanî Kurdî ye, bi awayekê ku axêverên zimanê Kurdî roj bi roj kêmtir dibin û dayik û bav zimanê Kurdî fêrî zarokên xwe nakin.
Spîker û pêşkêşkarê navdarê televizyona Rûdawê Dilbixwîn Dara, ji ber wê yekê û rewşa xirab a zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê, rexne li welatiyên Bakurî girt û daxwaz ji wan kir, ku bi hev re bi Kurdî biaxivin û zarokên xwe jî fêrî Kurdî bikin.
Dilbixwîn Dara got, fêrbûn û zanîna zimanên din gelek baş e û dewlemendiyek e, lê nabe ku mirov ji zimanê xwe yê zikmakî dûr bikeve û zimanê xwe ji bîr bike.
Dara da xuyakirin, divê Kurd zarokên xwe fêrî Kurdî bikin daxwaz kir: "Ez hêvî dikim ku dayik û bav û malbat, bi zarokên xwe re di destpêkê de bi Kurdî biaxivin û bila piştre fêrî sed zimanên din bibin. Zêdezanîna zimanan dewlemendiyek e."
Dara behsa serdaneke xwe ya bo bajarê Amedê kir û got: "Mixabin li wê derê zarok bi tirkî diaxivin, bi Kurdî naaxivin", û bangewaziyek li dayik û bavên Kurd kir, ku bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin.
Fêrkirin û perwerdeya bi zimanê zikmakî yek ji bend û prensîpên sereke yên carnameya mafên mirovan a Netewên Yekgirtî ye, ku li gorî wê her netew, etnîk an grûpeke mirovî mafê wê yekê heye, ku bi zimanê xwe biaxive, binivîse, perwerdeyê bibîne û hemû derfetên din ên warê bikaranîna ziman jî bikar bîne.
Herwiha rêxistina UNESCO ya ser bi Netewên Yekgirtî ve jî tekeziyê li ser parastina mafê bikaranîn û perwerdeya bi zimanê zikmakî bo hemû netew û pêkhateyan li seranserê cîhanê dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse