Li Îdir û Girgumê du qeza: 15 kes birîndar bûn

21-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Onikişubat a ser bi parêzgeha Girgumê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîlan li hev da û encamê de du kes birîndar bûn. Herwiha li parêzgeha Îdirê jî di bûyereke trafîkê de 13 kes birîndar bûn.

Vê sibê 21ê Kanûnê 2022ê li parêzgeha Gumguma Bakurê Kurdsitanê du otomobîlan li hev da û du kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Li gorî agahiyan birînadar bo Nexweşxaneya Bajêr ya Necip Fazil hatin veguhestin.

Herwiha bo demekê rê li çûn û hatina otomobîlan hat girtin, piştî rakirina otomobîlên di bûyerê de ziyan dîtin dîsan rê hat vekirin.

Li Îdirê 13 birîndar

Li Parêzgeha Îdira Bakurê Kurdistanê jî mînîbûsek û barhilgirekê li hev dan û di encamê de 13 kes birîndar bûne.

Li taxa Baglara bajarê Îdirê derengiya şevê mînîbîsek û barhilgirekê li hev dan.

Li gorî agahiyan di vê li hevdanê de minibus ji kontrola şofêr derketiye û li otomobîlên li kêleka rê qelibiye û barhilgir jî çûye nav hewşa malekê de. Di encamê de 13 kes birîndar bûne û navê hinek ji bîrîndaran bi vî awayî ye, Rana K, Eyup K, Metehan A, Goncagul K, Selma A, Bedirhan A, Îsmet A, Fatih B, Okan Ç, Bayram A. ve Muhammet S.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê, AFAD û berevaniya Şaristaniyê bo cihê bûyerê hatine şandin.

Birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê hatine şandin.

Li taxa Baglara bajarê Îdirê derengiya şevê mînîbîsek û barhilgirekê li hev dan

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst