Êlih: Piştî tayînkirina qeyûm mamosteyên Kurdî dest ji kar berda

21-11-2024
RÛDAW
Nîşan Mamosteyên Kurdî Êlih Tayînkirina Qeyûman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Êlihê mamosteyên Kurdî dest ji kar berda.

Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê piştî ku bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin mamosteyên zimanê Kurdî dest ji kar berda.

Mamosteyên Kurdî yên ku dest ji kar berda li Pêşdibistana Beybûnê dixebitîn.

Nerazîbûn û çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê yên DEM Partiyê didomin.

Li Êlihê piştî ku DEM Partî di hilbijartinan de bi ser ketibû di çarçoveya kar û xebatên şaredariyê de “Pêşdibistana Beybûnê ya Pirzimanî” vekiribû û li wê derê mamosteyên zimanê Kurdî jî dixebitîn.

Berdevkê Komîsyona Huner, Çand û Zimên a Şaredariya Êlihê Mehmet Esen ku beriya qeyûm erkdar bû diyar kir ku ev pêşdibistana yekemîn bû û biryar hatibû dayîn ku 2 dibistanên din jî werin vekirin.

Esen ragihand ku mamosteyên pêşdibistanê wekî nerazîbûna li dijî qeyûman dest ji kar berdaye û welatî jî zarokên xwe naşînin pêşdibistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst