Hewlêr (Rûdaw) – Dilbixwîn Dara yekemîn bêjere, ku li ser televizyoneke kurdî ya esmanî bûltena nûçeyan pêşkeş kir.
Bêjerê naskirî yê Rûdawê Dilbixwîn Dara, bi boneya Roja Cîhanî ya Televizyonan bû mêhvanê bernameya Nû Roj a Rûdawê û behsa ezmûnên xwe yên karê ragihandinê kir.
Dilbixwîn Dara diyar kir, ku beriya 22 salan, roja 19ê Gulana sala 1995ê, di televîzyona esmanî ya Med TV de, ku navenda wî li Brûksela paytexta Belçîkayê bû, wî yekemîn bûltena demjimêr 18.30ê ya kurmancî pêşkeş kiriye û got: “Teknîka wê demê cuda bû. Divêya me nûçe ji ber bikirana. Ji bo fêrbûnê em çûne televîzyonekî belçîkî. Wê demê tecrûbe jî nebûn. Me nedizanî emê derkevin ser ekranê û çawa dest pê bikin. Peyvên weke êvar baş, roj baş, zindî hemû bi wan weşanan ve dest pê kir, ew gotin me çêkirin.”
Dara behsa pêşketina teknolojiyê û bandora wê ya li ser karê ragihandin û medyayê kir û da xuyakirin: “Niha her kesek dikare li cem xwe, bi telefon û kompîtera xwe rola televîzyonê bilîze. Weşana zindî bike. Yek li serê çiyan jî dikare ji bot e bibe peyamnêr, bi zindî weşanê bike.”
Bêjerê Rûdawê da zanîn, ku wî heta niha çend televîzyonan de kar kiriye û her yek jê re bûye ezmûnek: “Her televîzyonek ji bo min bû tecrûbeyeke cuda. Di zarokatiya xwe de jî min herdem dixwest bibim bêjer. Dema li Helebê bûm, li ber televîzyonan re derbas dibûm, min meraq dikir ka nava wan û stûdyoyên wan çawa ye. Çawa nûçeyan dixwînin.”
Derbarê ezmûna xwe ya Rûdawê jî de Dilbixwîn Dara got: “Rûdaw ji bo min qadeke mezin a azadiyê ye. Ew azadiya min di Rûdawê de dît, di ti televîzyonan de nebû. Tu di Rûdawê de zêdetir azad û serbestî û herwiha zêdetir xwedî înîsîayatîfî. Dema li ser kursiya xwe rûdinî û nûçeyan pêşkeş dikî jî hest bi wê azadiyê dikî. Ev ji bo rojnamevanekî pir giring e. Prensîbên hemû televîzyonan hene, yên BBC, CNN û hemû televîzyonên cîhanî xwedî prensîbên taybet in. Tu prensîbên wan diparêzî.”
Derbarê şêwazê xwe yê pêşkeşkariyê jî Dilbixwîn Dara wiha axivî:
“Ji min re digotin, tu sîstemê xira dikî. Ma çima xira bikim. Ev şêwazê min e. Ez nikarim bi sîstema wan nûçeyan pêşkeş bikim. Ji xwe ez li dijî qalibên klasîk ên pêşkeşkariyê me. Ji xwe nikarim jî. Ma dibe kiraseke teng li te bikin û bêjin bimeşe. Min dixwest ez bi temaşevanên xwe re di nava danûstandinê û gotubêjê de bim. Weke ku ez di nava wan de bim. Ez ne leşker im û beyaneke leşkerî naxwînim. Dixwazim hemû kes ji min ji zimanê min fêm bikin. Ez ji dayika xwe re jî nûçeyan dixwînim.”
Dilbixwîn Dara eşkere kir, ku ew ji nûçeyên werzîşê fêm nake û eger jê were xwestin dibe qet nekare wan nûçeyan pêşkeş jî bike.
Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di Adara sala 1999ê de bi biryarekî roja 21ê Mijdarê weke Roja Cîhanî ya Televîzyonan hilbijart.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse