Geştiyar êdî ji bilî Dêrsimê naçin ti cihî: ‘Munzûr çîçek e, Munzûr gul e’

21-08-2023
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Dêrsim Geştiyarî
A+ A-

Helwêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê welatiyên ku ji germahiya zêde bêzar bûne berê xwe didin çemên Munzûr û Pilemûriyeyê.

Geştiyar û welatiyên parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê çareya xwehênikkirinê di çem û rûbaran dîtiye.

Geştiyarê Sêwazî Mustafa Ozcan got, “Ez ji Sêwazê hatim. Dêrsim germ e û ava wê xweş e. Bila her kes were vir.”

Dêrsim bi xwezaya xwe ya dewlemend, av, kanî û rûbarên xwe yên pak havînan cihekî diyar ê geştiyaran e .

Wek hemû deveran li vê derê jî pileya germahiyê zêde ye û gihîştiye 38an.

Geştiyar ji germahiya zêde bêzar bûne û berê xwe didine çemên Munzûr û Pilemûriyeyê.

Li qeraxa çem şezlongên xwe danîn û dil û hinavên xwe di ava sar de hênik kirin.

“Ev ava sar bêhempa ye”

Geştiyar Seher Kont Erdoganê li ser Dêrsimê got:

“Hezar rê û rêbazên xwe hênikkirinê hene lê bi ya min a herî xweş ev der e. Li çemên Pilemûriyeyê û Munzûrê ji bo xwe hênikkirinê gelek plaj hene.

Av gelekî xweş e. Di germahiya zêde de ev ava sar bêhempa ye. Hem medîtasyon e û hem jî ji bo zarokên me cihê kêfxweşiyê ye.”

Ji parêzgehên Amed, Mêrdîn û piraniya bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî geştiyar ji bo bihurandina demên xweş havînan berê xwe didin Dêrsimê.

Vê yekê berîka esnaf û dikandarên Dêrsimê germ û dilê wan jî xweş kiriye.

Esnafê Dêrsimî Şenol Sezgîn li ser hewaya Dêrsimê anî ziman:

“Ez her sal têm Dêrsimê, ev der pir germ û xweş e, ez li vir mezin bûm û min li vir ev xaniyên bungalovan ava kirin.

Ji Amed, Riha û Mêrdînê jî ji ber ku hewa germ e xelk dawiya hefteyê tê vir.”

Ji welatên din jî hejmareke zêde ya geştiyaran berê didine Dêrsimê.

Geştiyarekî ku ji Almanyayê hatiye Dêrsimê Volkan Sezgin jî got:

“Ji ber ku hewa gelekî germ e, em li şûna ku li malê bimînin tên ser çem û xwe hênik dikin.”

“Munzûr çîçek e, Munzûr gul e”

Geştiyarên ku li Dêrsimê demên xweş derbas dikin, bang li her kesî dikin ku ji vê xweşiyê bêpar nemînin û di demeke kurt de berê xwe bidine Dêrsimê.

Geştiyarê ku ji Amedê Firat Guneş anî ziman:

“Ez ji Amedê hatim, em ji ber germê reviyan. Me got belkî hênik be û gelekî hênik e jî.

Ez ji hemû Kurdan dixwazim vê derê bibînin. Munzûr çîçek e, Munzûr gul e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst