Derbarê bûyera li Dêrik de ku bû sedema mirina 20 kesan biryarek derket

21-08-2022
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Dêrik
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Her 2 şofêrên TIRên ku di qezaya li navçeya Dêrik a Mêrdînê de ketin nav girseya gel û di encamê de 20 kesan canê xwe ji dest dan û 26 kes birîndar bûn, bi biryara dadgehê hatin girtin.

Têkildarî qezaya metirsîdar a duh ku li navçeya Dêrik a Mêrdîn çê bû û di encamê de 20 kesan canê xwe ji dest dan, geşedaneke nû çê bû.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, 2 şofêrên TIRên ku li Dêrikê bi lezeke zêde ketin nav girseya gel, piştî ku tedawiya wan li nexweşxaneyê bi dawî bû, îro rakirin rêvebiriya polîsan û piştî ku îfadeyên wan hatin wergirtin, bo Dadgeha Cezayê Sulhê ya Dêrikê hatin şandin.

Dadgehê derbarê her du şofêran de bi tohemta bi xemsarî bûne sedema mirin û birîndarkirina zêdetir ji kesekî biryara girtinê daye û ew her du kes bo girtîgehê hatine veguhastin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê, Suleyman Soylu îro di serdana xwe ya bo navçeya Dêrikê de ragihandibû, "Bûyer bi hemû aliyên xwe ve tê lêkolînkirin. Xemsarî an qesdek eger hebe, her çi be dê hemû pêvajo bê lêkolînkirin."

Soylu herwiha gotibû, her du şofêrên TIRan hatine desteserkirin.

Duh Şembiyê 20ê Tebaxa 2022an di bûyerekê de li navçeya Dêrikê ya ser bi parêzgeha Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê ve, du barhilgirên ku tê gotin frênên wan teqiyabûn, ketin nav girseya xelkê û di encamê de 20 kesan canê xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûn.

Piştî otopsiyê cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dan radestî malbatên wan hatin kirin.

Nasnameya 17 kes ji 20 kesên ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dan, heta niha hatiye eşkerekirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst