Kurdekî Rojhilat teksiya xwe kiriye pirtûkxane

21-08-2017
RÛDAW
Merîwan
Merîwan
Nîşan Merîwan Şofêr Teksî Pirtûk
A+ A-

Merîwan (Rûdaw) – Li bajarê Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê, şofêrekî teksiyê j bo mûşteriyan di otomobîla xwe de pirtûkxaneyeke biçûk vekiriye.

 

Pirtûkên di teksiya Sabir Zari’î de piranî berhemên helbestanên navdar ên Kurdistanê ne. Sabir tenê xema nanê xwe yê rojane naxwe, herwiha ew dixwaze, mêvanên wî pirtûkan bixwînin û ew jî alîkar be ji bo pêşxistina çandana xwendinê.

 

Sabir Zariî dibêje: “Min hest pê kir, ku danîna çend pirtûkan dê bibe alîkar da ku di civaka me de çanda xwendinê pêş bikeve.”

 

Şofêrê kurd herwiha dixwaze bi rêya xwendinê hemwelatî fêrê zimanê kurdî bibin û çanda kurdî biparêzin.

 

Mêvanên ku li teksiyê siwar dibin vê hizrê erênî dibinîn.

 

Di cîhana îro de, li mal, kolanan û heta di nava teksiyan de piraniya mirovan bi telefonên xwe ve mijûl in. Lê ev şofêr dixwaze, heta mêvanên wan digihin cihê xwe, helbestên Hejar, Hêmin, Qan’I û helbestên din ên kurdî bixwînin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst