DÊRSIM – Nava rojê şerê gerîla û leşkeran geştiyar tirsandin

21-07-2017
RÛDAW
Wêne: DHA
Wêne: DHA
Nîşan Dêrsim PKK Leşker
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li Dêrsimê di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer derket. Di kêliyên pevçûnê de geştiyarên li ber qiraxa rûbarê Pûlûmûrê tirsiyan û ew der bicîh hiştin.  

 

Li nêzîkî qereqola leşkeran a Gokçek a ku 20 kîlometreyan dûrê navenda Dêrsimê ye, di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Artêşa Tirkiyê de şer derket. Di dema pevçûnan de helîkopteran gelek dever gullebaran kirin.

 

Ji ber şer, hemwelatiyên ku ji bo seyran û gerê çûbûne qiraxa rûbarê Pûlûmûrê tirsiyan.

 

Kêliyên pevçûn û reva xelkê jî bi telefonan hatine tomarkirin.

(Çavkanî: DHA)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst