Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca ragihand ku hejmara kesên di şewata li Mêrdîn û Amedê de mirine gihiştiye 12an.
Doh bi şev di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewateke mezin çêbû.
Ji ber ba û bahozê agir li nava erdên 8 gundan belav bû.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca derbarê şewatê daxuyaniyeke nû da û diyar kir ku 12 kesan canê xwe ji dest daye.
Fahrettîn Koca herwiha eşkere kir ku ji ber şewatê 78 kes jî birîndar bûne.
Koca got ku 5 birîndar li Amedê tên tedawîkirin û rewşa 3yan ji wan xedar e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse