Berpirsa Rêveberiya Xweser: Tirkiye tenê nîvê ava wêstgeha Elok berdide

21-06-2020
Rengîn Şero
Rengîn Şero
Li Hesekê pirsgirêka bê aviyê berdewam e.
Li Hesekê pirsgirêka bê aviyê berdewam e.
Nîşan Rojava Kurdistan Heseke
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) – Hevseroka Desteya Avê li Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, Sozdar Ehmed ji Rûdawê re ragihand, Tirkiye tenê nîvê ava wêstgeha Elok berdide, ew jî têra welatiyan nake, lewma li Hesekê û bajarok û gundewarên derdora wê pirsgirêka bê aviyê heye.

Tevî ku li tevahiya Sûriyê kirîzeke aborî çê bûye, lîreyê Sûrî berdewam dadikeve û bêkarî zêde bûye, Tirkiyê û grûpên çekdarên girêdayî wê, beşek ji ava wêstgeha Elok li ser xelkê Hesekê û bajarokên derdorê qut kirin.

Li gor agahiyan, xelk ji bo dabînkirina avê neçarin 5 bermîlên avê bi 4 hezar lîreyên Sûrî bikirin, ku dike derdora 2 dolaran.

Xelkê Hesekê û bajarokên derdorê dibêjin, niha her pênc şeş rojan carekê av tê û digihe wan.

Selma Hesen, nîşteciheka Hesekê dibêj:“Di wan car pênç saetan de mala me xirab dibe em bi tirmpê dikişîn, di vê Havînê de û 6 rojan av tunebe û mala bi zarok em serê wan naşon, em cilan naşon, ti nemaye em ji zarokên xwe re bêjin gelekî avê venexwin.”

Kesên ku di avahiyên bilind de dijîn, bi taybetî yên ku li qata sêyan û pêde bin, dema ku av tê jî nagihe wan. Lewma ew neçar dibin bi pereyên xwe jî bi minetî, her 1000 Lîtrên avê bi 4000 Lîreyên Sûrî bikirin.

Mehane her malbatek eger avê bikire pêwîstî bi 30 heta 40 hezar Lîreyên Sûrî heye.

Welatî, Siûd Mensûr behsa rewşa niha ya li deverê û kêşeya bê aviyê kir û diyar kir: “Rewşa me ya avê ne gelekî base heta ku em bermîlek av dikrin bi çav reşî bermîl bi 4000 Lîreyên Sûrî ew jî bi minetî tên, min dev ji karê xwe berdaye û ez hatim avê bikirim.”

Rojane pêwîstiya bajarê Hesekê bi 80 hezar  metrên sêca ji avê heye. Lê niha tenê 20 hezar metrên sêca digihe bajêr. Ava bajarê Hesekê û gundewarên wê ku derdora milyonek û 200 hezar kesî têde dijîn, ji wêstgeha Elokê ya dikeve Serê Kaniyê tê.

Roj bi roj pirsgirêkên avê li bajarê Hesekê zêde dibin.

Hevseroka Desteya Avê li Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, Sozdar Ehmed derbarê pirsgirêka kêm aviya li Hesekê û bajar û gundên derdora wê de ji Rûdawê re ragihand: “Wêstgeha Elok bi xwe 30 bîr in, niha tenê 15 ji wan kar dikin, 8 medxer in û bi tenê 3 kar dikin, di destê generalê Tirk de ye û zêdeyî wê yekê qebûl nakin, ji ber vê yekê av kêm tê û tiştê ku tê bikaranîn, bihêtir ji vê ye ku tê.”

Wêstgeha Elko beriya operasyona Tirkiyê 6500 metrên sêca di yek demjimêrê de berdest dikir, niha bûye 2500 metrên sêca, ew jî hemû nagihe xelkê.

Îsal elektrîka ku bendava Tişrînê dide, ew jî pir kêm bûye û gihştina avê jî kêmtir bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst