Kurê Makbule Ozerê: Em ji Wezareta Dadê dixwazin dayika min berdin

21-05-2024
RÛDAW
Kurê Makbule Ozerê Medenî Ozer behsa rewşa dayîka xwe kir / Wêne: Rûdaw
Kurê Makbule Ozerê Medenî Ozer behsa rewşa dayîka xwe kir / Wêne: Rûdaw
Nîşan Makbule Ozer Medenî Ozer Dayîka Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kurê Makbule Ozerê Medenî Ozer bangî Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê kir ku dayika wî di demeke kurt de berdin.

Makbule Ozer ew jina 82 salî ya ku bi tohmeta “alîkariya rêxistinê” hatibû girtin û ji ber gelek nexweşiyên xwe hatibû berdan careke din hat zindanîkirin.

Kurê Makbule Ozerê Medenî Ozer ji Rûdawê re axivî û eşkere kir ku Girtîgeha Wanê dayika wî ji bo rapora nexweşiyê şandiye Stenbolê.

Makbûle Ozera 82 salî, 9ê Gulana 2022yan, bi hinceta "alîkariya PKKyê" li navçeya Artemêtê ya Wanê hatibû girtin.

Ozer ji ber ku gelek nexweşiyên wê hene 7ê Îlona 2022yan hatibû berdan.

Saziya Tiba Edlî herî dawî eşkere kiribû ku Makbule "Dikare li girtîgehê bimîne" li ser wê raporê Ozer 22yê Nîsanê careke din hatibû girtin.

Makbule Ozer niha li Stenbolê ye

Pîştî rexneyan û nerazîbûnan aliyên pêwendidar Makbule Ozer 20ê Gulanê ji bo rapora Saziya Tiba Edlî, ji Wanê şand Stenbolê.

Piştî biryara Saziya Tiba Edlî, dê diyar bibe ku Ozer di girtîgehê de dimîne yan jî were berdan.

“Em nizanin dê dayika min kengî ji Stenbolê vegere”

Medenî Ozer li ser rewşa dayika xwe ji Rûdawê re got:

“Dayika min 82 salî ye. Gelek nexweşiyên wê hene. Nikare li ser pêyên xwe bisekine û gelekî nexweş e.

Hestiyên wê dihelin û divê her demê dermanan bixwe.

Li girtîgehê 2 rojan carekê dibin nexweşxaneyê.

Li nava 4 dîwaran çiqasî dermanan bixwe jî bêfeyde ye.

Em bangî Wezîrê Dadê dikin ku dayika min û hemû girtiyên di temenê wê de yên nexweş bên berdan.

Em nizanin bê ka dê kengî ji Stenbolê bê vegerandin.

Em dixwazin bilez were berdan.”

Medenî Ozer da zanîn ku li girtîgehê bi xwe nikare xwarina xwe bixwe û hinek kesên din jê re dibin alîkar.

Bi gotina Ozer niha derûniya dayîka wî jî têk çûye û her diçe rewaşa wê xirab dibe.

“Ez dê kengê derkevim?”

Medinî Ozer herwiha got:

“Ji me dipirse cezayê min çend e, ez dê kengê derkevim. Lê em jê re rastiyê nabêjin.

Em jê re dibêjin mehek du mehên te mane. Em jê re dibêjin tu gelekî jêhatî yî û tu baş li ber xwe didî.

Lê ev yek jî heta cihekê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst