KCK: Divê Amerîka biryara xwe betal bike û lêborînê bixwaze

21-04-2021
RÛDAW
Nîşan KCK PKK Amerîka Cemîl Bayik Murat Karayilan Duran Kalkan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Têkiliyên Karên Derve ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) têkildarî biryara Wezareta Derve ya Amerîkayê (DYA) ya têkildarî serkirdeyên PKKê daxuyaniyek weşand û tê de bang li Amerîkayê kir, ku biryara xwe hilweşîne û betal bike.

Wezareta Derve ya Amerîkayê roja 20ê Nîsana 2021 biryareke xwe ya sala 2018an a derbarê her sê serkirdeyên PKKê Duran Kalkan, Cemîl Bayik û Murat Karayilan de bi zimanê Kurdî dubare belav kir, ku li gor vê biryarê ji bo wergirtina zanyariyên derbarê wan kesan de xeletên bi milyon dolarî hatine terxankirin.

Komîteya Têkiliyên Karên Derve KCKê rexneyê li vê biryara Amerîkayê digire û dibêje: “Divê li vir bidin nîşandan ku ev biryar û tohmetên ku tên kirin, ne li gorî dîrok, siyaset, civak, hiqûq, mirovahî, exlaqê mirovahiyê ne û ne rewa ye.”

KCK diyar dike ku bi vê biryarê “siviktî li wijdana gelê Kurd û gelê Amerîkayê” tê kirin û tekez dike, ku PKK û serkirdeyên wê ti caran bi ti awayî li dijî gel û dewleta Amerîkayê çalakî nekirine. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Ne Rêber Apo, ne jî her sê hevrêyên me û ne jî ti endamekî PKK’ê û tevgera Apoyî heta niha ne raste rast û ne jî neyekser ti çalakiyek li dijî dewlet û gelê Amerîkayê nedkiriye û berjewendiyên Amerîkayê nekirine armanc. Berovajî tim bang û daxwaz li Amerîka kiriye weke hêzekî bi bandor ji bo çareseriya pirsa Kurd bi rolê erênî rabe.”

Di beşeke daxuyaniyê de, KCK amaje bi hevkarî û piştevaniya Amerîkayê bo gelê Kurd di şerên li dijî DAIŞê û herwiha êrişên ser Kobanî û Serê Kaniyê de dike û dibêje, “ev biryara Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê derxistî, biryareke li dijî wijdan û hestên dadperwerî ya gelê Amerîka ye.”

Komîteya Têkiliyên Karên Derve ya KCKê radigihîne, ku briyara Wezareta Derve ya Amerîkayê ya derbarê sê serkirdeyên PKKê de ji bo “razîkirina dewleta Tirkiyê û şexsê Erdogan e” û dê Pirsa Kurd kûrtir bike ku vê yekê nîşan dide “Amerîka li ser kûrkirina pirsgirêka Kurd dixwaze krîz, alozî û komkujiyên li Rojhilata Navîn bidome.”

KCK diyarkirina xelat ji bo dayîna zanyariyan li ser serkirdeyên PKKê weke “bertîl ji bo sîxûrîkirinê” bi nav dike û dide xuyakirin, ku “Amerîka bi vê yekê dixwaze tevnên sîxûriyê li nava civaka Kurd rabiçîne. Sîxûriyê rewa bide nîşandan, bi vê yekê çand û exlaqê civaka Kurd tine bike.”

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de, Komîteya Têkiliyên Karên Derve ya KCKê amaje bi dîlgirtina rêberê PKKê Abdullah Ocalan di beriya 22 salan de dike û Amerîkayê bi wê yekê tometbar dike, ku di dîlgirta Ocalan û radestkirina wî bi Tirkiyê de roleke xurt hebûye.

KCK bang li hikûmet û Wezareta Derve ya Amerîakayê dike, ku biryara xwe ya derbarê her sê serkirdeyên PKKê Cemîl Bayik, Murat Karayilan û Duran Kalkan de betal bike û ji ber vê biryarê û herwiha rola xwe ya di dîlgirtina Ocalan de, “lêborînê ji gelê Kurd û gelê Amerîkayê bixwaze.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku biryara derbarê serkirdeyên PKKê de “di berjewendiya Tirkiyê û DAIŞê de ye” û bang li raya giştî ya Amerîkayê û gelê Kurd dike, ku “bi hemû rêyên demokratîk û siyasî bikevin nava liv û tevgerê, zextê li Amerîka bikin ku ji vê biryar û hewldanê veger û hew komkujî û jenosîdê li ser gelê Kurd û herêmê pêk bîne.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst