Hewlêr (Rûdaw) - Li Mereşa Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfê û qeşayê îro li hinek navçeyan perwerde hat rawestandin.
Ji ber barîna berfê, şert û mercên hewayê yên xerab û astengiyên ku dibe di hat û çûnê de rû bidin, li navçeyên Elbîstan, Goksûn, Afşîn û Celayê perwerde îro hat rawestandin.
Di daxuyaniyên ku ji hesabên medyaya civakî yên qaymaqamiyên van navçeyan de hatine kirin de hat diyarkirin ku barîna berfê li navçeyan bi bandor e.
Her wiha hat eşkerekirin ku personelên ducanî û kêmendamên ku li saziyên dewletê dixebitin dê karibin neçin kar.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse