5 endamên malbatên DAIŞê ji Kampa Holê reviyan

21-02-2025
RÛDAW
Nîşan Kampa Holê Hisîça HSD Malbatên DAIŞiyan Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku 5 endamên malbatên DAIŞê ji Kampa Holê ya li rojhilatê Hisîçayêye reviyan.

Li gorî zanyariyên SOHRyê ew 5 kes xelkê Îraq û Sûriyeyê ne.

Li ser vê yekê, Asayişa Rêveberiya Xweser dest bi lêgerînê kir da ku wan kesan desteser bike.

Beriya du rojan jî 6 malbatên DAIŞê hewl dabûn ji kampê birevin lê hêzên ewlehiyê pêşiya wan girtibû.

Piştî Amerîkayê alîkariya aborî ji bo kampên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ne rawestand, Rêveberiya Xweser deriyê vegerê ji malbatên Sûriyeyî û Îraqî yên li kampê re vekiriye da ku ew karibin vegerin cih û warên xwe.

Kampa Holê

Kampa Holê li parêzgeha Hisîça ya Rojavayê Kurdistanê ye.

55 hezar kes li vê kampê dimînin û piraniya wan jin û zarokên DAIŞiyan in.

Piraniya kesên ku li vê kampê dimînin ji Sûriye û Îraqê ne lê li kampê welatiyên gelek welatên din jî hene ku berê tevî DAIŞê bûne.

Li gorî zanyariyan Li Kampa Holê 20 hezar Îraqî hene ku temenê wan ji 18 salan biçûktir e.

Kampa Holê di kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Cîhangîr meha borî ji Rûdawê re diyar kir ku wan 80 malbatên Îraqî yên li Kampa Holê ne vegerandine Îraqê.

Li gorî gotina Elî Cîhangîr Îraqê sala 2021ê ve zêdetirî 2 hezar û 600 malbatên Îraqî yên Kampa Holê vegerandin û ev pêvajo dê heta vegerandina malbata dawî berdewam bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst