Nêçîrvan Barzanî ji bo zimanê dayîkê peyamek belav kir

21-02-2024
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî Peyam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya parastina Kurdî û da zanîn ku divê zimanên neteweyên din ên li Herêma Kurdistanê jî werin parastin û bipêşxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê diyar, “Divê her kes bi awayekî azad bi zimanê xwe yê dayîkê biaxive û pê de çû:

“Em balê dikişînin ser ku divê li Kurdistanê pirrenginiya zimanî û çandî were dewlemendtirkirin û herwiha divê li her devera cîhanê mafê perwerde û xwendina bi zimanê dayîkê hebe.”

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya peyama xwe kedkarên zimanê Kurdî bi bîr anîn û got:

“Em hemû kesên ku ji Kurdî û zimanên din ên dayîkê re xizmet kiriye bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Barzanî destnîşan kir ku zimanê dayîkê hîmê parastina nasnameyê ye.

Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) 17 Çiriya Paşîna 1999an, 21ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê ango “Roja Zimanê Dayikê ya Cihanî “qebûl kir.

Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî her sal li çar aliyê cîhanê bi çalakiyên cuda cuda tê pîrozkirin.

Çima 21ê Sibatê?

Bangladeş heta sala 1971ê mêtingeha Pakistanê bû. Hema hema hemî Bangladeşî bi Bengalî diaxivin lê dîsa jî zimanê wan ê fermî zimanê Pakistanê, Urdû bû.

Bangladeşî ji vê yekê ne razî bûn. Wan nerazîbûna xwe bi çalakiyên cuda diyar dikir.

21ê sibata 1952yan, ji bo ku zimanê Bengalî jî bi zimanê Urdû yê Pakistanê bibe zimanê fermî, xwendekaran xwepêşandaneka girseyî li dar xist.

Polîsan êrişî xwepêşandaran kir û di encamê de 11 kes kuştin lê Bangladeşiyan dev ji têkoşîna xwe ya ji bo fermîbûna zimanê xwe yê zikmakî berneda.

Ji ber vê yekê Bangladeşî 21ê Sibatê wekî roja “şehîdên ziman” bi bîr tînin.

Hikumeta Pakistanê neçar ma ku 1956an Urdû û Bengalî bi hev re li Pakistanê bike zimanên fermî.

Dema ku UNESCOyê li ser pirsa diyarkirina rojê di nav lêgerînê de bû, Bangladeşiyan 21ê Sibatê pêşniyar kir.

21ê Sibatê, di têkoşîna ji bo bikaranîna mafê zimanê dayikê de qonaxeka girîng e. Lewma UNESCOyê ev roj pejirand.

Armancên vê rojê ev in:

- Balkişandina ser mafê perwerdeya zimanê zikmakî.

- Bilindkirina têgihiştinan ji bo civakeke pirçandî.

- Bilindkirina toleransan li hemberî mirovên cihêreng.

21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê cara yekem sala 2000an ji bo piştgirîdayîna jiyana pirzimanî û cihêrengiya çandî li seranserê cîhanê hat pîrozkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst