DÎLOK - Di 2 hefteyan de 4 karkeran canê xwe ji dest da

21-01-2024
RÛDAW
Nîşan Encûmena Tenduristî û Ewlehiya Kar (ISIG) Mirina Karkeran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê di nav du hefteyên dawî de 4 karkeran canê xwe ji dest da.

Li gorî amarên Encûmena Tenduristî û Ewlehiya Kar (ISIG) di navbera Tebaxa 2013 û 2023yan de li parêzgeha Dîlokê herî kêm 427 karkeran li ser kar canê xwe ji dest daye.

Di nav 5 mehên dawî de hejmara canjidestdana karkeran gelekî zêde bûye.

Koordînatorê ISIGê Murat Çakir amaje bi rewşa karkerên li Dîlokê dide ku şert û mercên kar giran û zehmet in.

Koordînatorê ISIGê Murat Çakir ji Artigerçekê re got:

“Li Dîlokê di nav salekê de herî kêm 40-50 karkerî canê xwe ji dest dide. Bi taybetî şert û mercên sektora tekstîlê giran in û demjimêrên kar gelekî zêde ne.

Heta 55-60 demjimêran kar tê kirin. Ev yek sedema girîng a mirina karkeran e.”

Li parêzgehê canjidestdana karkeran herî zêde di sektora çêkirina rê û avahiyan de ye ku ev hejmar 92 ye û piştî wê jî sektora çandinî û daristanan tê.

Li gorî rapora 2023yan a ISIGê ya li ser mirina karkeran par herî kêm hezar û 932 karkeran canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst