Li Hewlêrê festîvala nasandina dîk û mirîşkên Kurdî hat sazkirin

21-01-2019
RÛDAW
Li Hewlêrê 1emîn Festîvala Nasandina Mirîşkên Kurdî birêve çû
Li Hewlêrê 1emîn Festîvala Nasandina Mirîşkên Kurdî birêve çû
Nîşan Dîk Mirîşk Kurdî Hewlêr Festîval
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Hewlêrê 1emîn Festîvala Nasandina Mirîşkên Kurdî birêve çû. 25 kes û 25 taxim beşdar bûn, ku her taxim ji yek dîk û du mirîşkan pêk dihat.

 

Serokê Rêxistina Mafên Ajelan Bextiyar Xalis, ku rêxistineke xwebexş e, dibêje ku bi mebesta nasandina cureya resen a dîk û mirîşkên Kurdî, ev festîval hat sazkirin.

 

Beşa Çavkaniyên Ajelan a Fakulteya Çandinî ya Zanîngeha Selahedîn, bi encama lêkolînên li ser DNAyê, taybetmendiyên dîk û mirîşkên Kurdî destnîşan kirine. Ji bo lêkolînê li ser zêdetirî 20 cure dîk û mirîşkên Kurdî xebitîne.

 

Heta niha tevî hebûna zêdetirî 30 cure dîk û mirîşkên Kurdî, lêkolîneke mezin a zanistî nehatiye encamdan ku bikare dîk û mirîşkên Kurdî bike xwedî pênase.

 

Herwiha berî niha cureyên dîk û mirîşkên Kurdî ji cureyên din ên dîk û mirîşkên biyanî nedihatin cudakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst