Serok Barzanî û Eyad Elawî peywendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin

21-01-2019
RÛDAW
Nîşan Mesûd Barzanî Eyad Elawî Kurdistan Iraq Hewlêr Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî ligel Serokê Îtîlafa Wetenî ya Iraqê Eyad Elawî hevdîtinek pêk anî û di hevdîtinê de Barzanî û  Elawî behsa peywendiyên Hewlêr û Iraqê kirin.

 

Îro Dûşem (21.01.201 li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Îtîlafa Wetenî ya Iraqê Eyad Elawî kir.


Di hevdîtinê de Barzanî û Elawî rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên di Herêma Kurdistanê û Iraqê de nirxandin.


Herwiha pêşhat û guhertinên navçeyê jî mijareke din a hevdîtina di navbera Serok Barzanî û Eyad Elawî de bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst