Li Wanê bi hinceta PKKyê 13 kes hatin desteserkirin

20-11-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Desteserkirin PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi “hinceta PKKyê” 13 kes hatin desteserkirin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand ku di navbera 13-19ê Çiriya Paşînê de bi armanca “rêgirîkirina çalakiyên rêxistinê operasyon” hatin kirin.

Li Wanê di “operasyonên cuda” de bi hinceta “endamtî û alîkariya PKKyê” 13 kes hatin desteserkirin.

Derbarê kesên ku hatin desteserkirin de karên yasayî hatin destpêkirin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst