Navenda Nûçeyan – Piştî rizgarkirin û bi ewlekirina deverên wan, bi dehan malbatên Rojavayê Kurdistanê ku zêdetirî 1 sal û nîvê bû di koçberiyê de jiyan derbas dikirin, vegeriyane bajarokê Sirînê û li malên xwe bi cih bûn.
Malbatên koçberên Rojavayê Kurdistanê dibêjin, ku xirabiya rewşa jiyanê û gefên DAIŞê ew neçarî koçberiyê kirin.
Koçberên ku vedigerin bajarokê Sirînê, daxwaza aştî, aramî û pêkvejiyanê dikin.
Akinciyekî Sirînê yê bi navê Mihemed Yidin Elî got: Salek û heşt meh e ku em ji destê zulm û zordariya DAIŞê reviyane. Em bi hatina Partiya Yekîtiya Demokratîk û partiyên Kurdî gelek kêfxweşî bûn. Em li gel Kurd, Mesîhî û Êzidî di nav aştiyê de dijîn û me ti arîşeyek nîne. Em hemû bira ne.
Di êrişa sala 2014 a DAIŞê bo ser herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê de, bajarokê Sirîn jî ketibû destê çekdarên wê rêxistinê, lê belê piştî derxistina DAIŞê ji Kobanî, Sirîn jî dubare ji destê DAIŞê hatibû rizgarkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse