Xelfetî: Cendirmeyan Omer Ocalan bi zorê bir

20-08-2023
RÛDAW
Nîşan Omer Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Çepên Kesk ragihand ku cendirmeyan parlamenterê wan Omer Ocalan bi zorê biriye navenda cendirmeyan.

Partiya Çepên Kesk (YSP) li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku nûner û alîgirên partiya wan li ser gora Hevserokê Şaredariya Xelfetiyê Bazo Yılmaz çalakiyeke bîranînê li dar xist.

Cendirmeyan êrişî kesên ku beşdarî bîranîna Bazo Yilmaz bûne kir û çend kes desteser kirin.

Bazo Yilmaz par di girtîgehê de canê xwe ji dest dabû.

YSPyê herwiha da zanîn ku cendirmeyan xwestiye parlamenterê wan ê Rihayê Omer Ocalan jî desteser bikin lê nikarîne wê yekê bikin û ew bi zorê biriye navenda cendirmeyan.

"Em dê hesabê wê yekê bipirsin"

Partiya Çepên Kesk (YSP) di daxuyaniya xwe ya ku li ser hesabê tora civakî belav kiriye de anî ziman:

“Cendirmeyên, li ser gora Hevserokê Şaredariya me ya Xelfetiyê Bazo Yilmaz êrîşî beşdarên merasîmê kiriye.

Wan herwiha xwestiye parlamenterê me Omer Ocalan desteser bikin.

Dema nikarîne vê yekê bikin wan ew bi zorê biriye navenda cendirmeyan.

Em dijî vê êrişa hovane ya li hemberî îradeya gelê Kurd bêdeng namînin û em dê hesabê wê yekê bipirsin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst