Serok Barzanî bi Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê re civiya

20-07-2023
RÛDAW
Nîşan Fransa Serok Barzanî Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî îro bi Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê Sebastien Lecornu re civiya.

Serok Mesûd Barzanî îro Pêncşemê 20ê Temûza 2023an li Hewlêr a paytext pêşwaziya Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê Sebastien Lecornu û şanda pê re kir.

Baregeha Barzanî li ser civîna ku li navçeya Pîrmamê hat lidarxistin de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di civînê de pêşhatên dawî yên siyasî yên li Herêma Kurdistanê, Iraqê û cîhanê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser dostaniya dîrokî ya di navbera gelê Kurdistanê û Fransayê hat kirin.

Her wiha li ser pêşxistina dostanî û peywendiyên di navbera her du aliyan de li hev kirin.

Baregeha Barzanî her wiha destnîşan kir ku di civînê de li ser metirsiya DAIŞê û tundrewiyê ya li ser Herêma Kurdistanê, Iraqê û Rojhilata Navîn hatin gotûbêjkirin.

Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê Sebastien Lecornu bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî hevdîtinek kiribû.

Sebastien Lecornu piştî serdana xwe li ser hesabê xwe yê tora civakî parve kir, “Em keda şervanên Kurd a li dijî terorê tu carî ji bîr nakin. Ez spasiya Serokê Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî dikim. Ji bo ewlekarî û yekrêziya Kurdistanê û Iraqê em ê di piştgiriya we de berdewam bin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst