Li Bakurê Kurdistanê ajeldarî li ber keviya îflasê ye

20-05-2022
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Yek ji çerxa aboriyê li Bakurê Kurdistanê xwedîkirina ajal û heywanan e. Lê buhabûna zêde ya êm û alifên ajelan ajelvanan xistiye tengasiyeke mezin. Li Herêma Pîşesaziyê ya Xwedîkirina Ajalan di nava 2 salên dawiyê de ji 72 çewlikan xwediyê 30 çewlikan top avêtiye. Ajelvan dibêjin ger wiha biçe piştî Cejna Qurbanê ew ê dev ji vî karî berdin.

Ji ber barana xweş ku îsal di dawiya meha Nîsanê û destpêka meha Gulanê de bariya li bajarên Bakurê welat derfeteke baş ji bo ajalvaniya gundan peyda bû. Lewre îsal li derdora her gundekî bo du mehan jî be çêreyeke baş hatiye.

Ji bo kesên ku ajal ango heywanên dermale li çewlikan xwedî dikin rewş berevajî ye. Yek ji avakarê vê herêma pîşesaziyê ya xwedîkirina heywanên dermale Mihemed Albayrak, dibêje ew ji ber buhabûna êm helaq bûne. Ji ber buhayê êm ew nikarin hejmara heywanên xwe zêde bikin.

Endamê Meclisa DTSOyê Mihemed Albayrak got “Êm 300 lîre ye, dibêje bû 320 bû 350. Kes nikare bêje te çima ewqas zêde kir. Em dixwazin dewlet wê bixe bin kontrolê û xebera dewletê jê çêbe. Nexwe xwedîkirina heywanan dê biqede. Şivan e, ceyran e, xizmet e, heywan seqet dibe, heywan dimire, ev hemû lêçûn in. Yanî karekî pir zor e.”

Turgut Vural ku heta niha kar û barên elektrîkê kiriye, îsal çewlikeke mezin dewr girtiye. Ew niha di vê çewlikê de noginan xwedî dike. Lê ji ber buhabûna êm û lêçûnên din nekariye çewlika xwe tijî heywan bike.

Ajelvan Turgut Vural diyar kir Lêçûna me ya herî zêde êm e. Ka dîsa wisa. Sala ku me stand bi 800 TL bû niha bûye hezar û 700 TL. Ceh dema me kirî 2,5 bû niha bûye 6.30 TL. Her yek du sê qat buha bûye. Êdî xwe xilas nake. Ger wiha biçe heta salek du salan herkes dê îflas bike.”

Heta vê heyamê jî di peydakirina êm û alif de tu pirsgirêkek mezin derneketiye. Lê ji ber şerê Ukrayna û Rûsyayê dibe ku di rojên pêş de nepeydakirina êm û alif jî li ser vê buhabûnê zêde bibe. Ev yek dê bandoreke xirabtir li ser karê ajalvaniyê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst