HPG: Gerîlaya ku ber lehiyê ket canê xwe ji dest da

20-04-2024
RÛDAW
Nîşan HPG PKK Zelal Yilmaz Berjîn Canda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku gerîlayeke wan li Xakurkê li ber lehiyê çûye û canê xwe ji dest daye.

Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKyê ye li ser gerîlaya xwe ya ku canê xwe ji dest daye daxuyaniyek belav kir.

HPGyê di daxuyaniyekê de ragihand ku 7ê Nîsanê li herêma Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê gerîlaya wan Zelal Yilmaza bi nasnava Berjîn Canda li ber lehiyê çûye û canê xwe ji dest daye.

HPGyê da zanîn ku Zelal Yilmaz li navçeya Xinûsê ya Erziromê ji dayîk bûye.

Li gorî daxuyaniya HPGyê, Zelal Yilmaz 2015an li Rojavayê Kurdistanê tevlî refên gerîlayan bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst