Li Dêrsimê berbijêrên jin rikeberiya hev dikin

20-04-2023
RÛDAW
Berbijêra YSPê ya Dêrsimê Taybet Kordu û berbijêra CHPê ya Dêrsimê Husniye Karakoyun. Wêne: Rûdaw
Berbijêra YSPê ya Dêrsimê Taybet Kordu û berbijêra CHPê ya Dêrsimê Husniye Karakoyun. Wêne: Rûdaw
Nîşan Dêrsim Partiya Çep a Kesk (YSP) CHP Taybet Kordu Husniye Karakoyun
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dêrsîma Bakurê Kurdistanê propagandaya hilbijartinê li gor parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê cuda birêve diçe.

Ji bo kursiyeke parlamenteriyê 5 berbijêr rikeberiya hev dikin, ku hemû jin in û ji partiyên cuda ne.

Berbijêra CHPê ya Dêrsîmê Husniye Karakoyun serdana berbijêra Partiya Çep a Kesk Taybet Kordu kir û her du aliyan di wê hevdîtinê de hêviya serkeftinê ji hevdu re xwestin.

Berbijêra CHPê Husniye Karakoyun ragihand: “Bi rastî bi vî awayî em gol diavêjin siyaseta zilaman. Siyaseta bi hovîtî ne neçarî ye. Siyaset bi rewişt jî tê kirin, di encamê de hûn dibin berbijêr û eger heye mirov serkeftî bibe yan wenda bike. Pêwîst nake mirov bala xwe bide serkeftinê û hemû rêyan rewa bibîne.”

Dêrsim bajarekî Kurdan e û piranî Elewî ne, ew 60 sal in du parlamenterên Dêrsimê hebûn, lê ji ber koçkirina berdewam a xelkê nişteciyên wê kêm bûne.

Lewra, Desteya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyê, bo hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê ku biryar e di 14ê Gulana bê de bê lidarxistin, li gor amarên nişteciyan ên sala 2019an hejmara parlamenterên wê parêzgehê ji du kursiyan bo kursiyekê kêm kir.

Berbijêra YSPê, Taybet Kordu di hevdîtinê de ragihand: “Li vî bajarî yekem car du jin ji hev re serkeftinê dixwazin. Bi rastî em di wê wateyê de kêfxweş bûn. Ev ji bo me nêzîkbûneke dilxweşiyê ye. Me ji hev re behsa polîtîkayên hev kir û me got em rikeber in. Zimanê rikeberiyê zimanê zilaman e. Bila hilbijartineke demokratîk be û her kes bixebite û xelkê Dêrsîmê biryara xwe bide.”

Di hilbijartinên giştî yên 2018an de berbijêrên CHP û HDP du kursî qezenc kirin, tê çaverêkirin di hilbijartinên îsal de ku kêmtir ji mehekê maye, rikeberiya serekî di navbera van her du berbijêrên CHP û YSPê de be.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst