Mesrûr Barzanî: Berjewendiyên taybet bidin alî û xizmeta gel û niştiman bikin

20-03-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Mesrûr Barzanî Newroz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî bi helkevta cejna Newrozê û sersala Kurdî peyamek belav kit û têde ragihandiye: “Hêvî dikim ku hemû akî kêşe û berjewendiyên xwe yên taybetî bixin aliyekê daku em bihev re destkevtên xwe zêdetir pêş bixin, şaşîtiyên xwe rast bikin û xizmeteke hêjatir pêşkêşî gel û nîştimanê xwe bikin.”

 

Mesrûr Barzanî di destpêka peyama xwe ya bi boneya Newrozê de dibêje: “Bi helkevta hatina cejna Newrozê û sersala Kurdî germtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî malbetên serfiraz ên şehîdan, pêşmergeyên qehreman û tevahiya gelê Kurdistanê dikim û hêvî dikim rojên cejnê di rewşeke aram û têjî ji xweşî derbas bikin.”

 

Mesrûr Barzanî dibêje, helkevtên nîştimanî û netewî ji wan jî Newroz, fakterekî bibandor a proseya avakirina niştiman û netewê ne û tekez dike: “Ji ber vê çendê hêvî dikim bibîranîna ev boneyên niştimanî ev çarçoveyên kilêşeyî ya ku tenê xwendina peyam û pîrozbahiyane derbas bikin, bîranîna bêyî naverok, girîngiya boneyên nîştimanî bêreng dike û di encam de ev boneyên dîrokî girîngiya xwe ji dest didin.”

 

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê tekezî li ser parastina hêma û sembolden niştimanî dike û dibêje: “Pêwîst e sembolên niştimanî fakterên bihêztir kirina hestên nîştimanperwerî bin û henderên me bin daku rexmê tevahiya cudatiyan bo xizmet kirina nîştimanê yek bigirin û bi yek rêzî û kom kirina karînên xwe bir bi pêşerojeke geş, pêşkeftin û geşe kirina zêdetir ve gav bavêjin.”

 

Di dawiya peyama xwe de Mesrûr Barzanî tekez dike: “Dilsozî bo nîştiman lazime di piratîkê me de rengê xwe nîşan bide, jiber vê çendê di dema ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê de hêvî dikim tevahiya aliyan kêşe û berejwendiyên xwe yên taybetî bixin aliyekê daku bihev re destkeftên xwe zêdetir bikin, şaştiyên xwe rast bikin û xizmeteke hêjatir pêşkêşî gel û nîştimana xwe bikin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst