HUDA-PAR li nav Semsûrê piştevaniya namzedê AK Partiyê dike

20-03-2019
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan HUDAPAR AK Partî Semsûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Şaxê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) yê navçeya Kolika Semsûrê bi mebesta piştevaniyê serdana buroya hilbijartinê ya AK Partiyê kir. 

 

HUDA-PARa ku di hilbijartinê de namzêd nîşan neda biryar da ku di hilbijartinê de piştevaniya Namzêdê AK Partiyê yê bo Serokayetiya Şaredariya Kolikê Engîn Akel bike.

 

Serokê Navçeya Kolikê yê HUDA-PARê Bedir Elçî û hejmarek partiyî çûn navenda kordînasyona hilbijartinê ya Akel û piştevaniya xwe anîn ziman.

 

Akel jî kêfxweşiya xwe ji serdanê anî ziman û bo piştevaniya wê spasiya HUDA PARê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst