Mazlûm Kobanî: Divê ENKS û PYNK fedekariyê bikin

20-02-2021
RÛDAW
Mazlûm Kobanî dibêje hewldanên wan ên yekitiya neteweyî berdewam in
Mazlûm Kobanî dibêje hewldanên wan ên yekitiya neteweyî berdewam in
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî ragihand ku ti sedemek nîne herdu aliyên Diyaloga Kurdî-Kurdî, Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurd (PYNK) li hev nekin û daxwaz ji herdu aliyan kir ku ji bo yekrêziya Kurdan pêk fedekariyê bikin.

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) îro Şemiyê 20ê Sibata 2021an li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê dîdarek li ser dîroka nakokiyên kurdî pêşkêş kir. Di komxebata Nakokiyên Kurdî-Kurdî de hejmarek ji partiyên siyasî, kesayetiyên civakî û mafnans beşdar bûn.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî jî bi rêya Vîdiokonferansê beşdarî dîdarê bû û têde ragihand, ku tu sedemeke bingehîn tune ye ku ENKSê û PYNKê lihev nekin.

Mazlûm Kobanî diyar kir ku li ser pirsên siyasî û îdarî nêrînên wan weke hev in û got: “Her çend şer bidomin û nakokî derkevin, divê nakokiyên kurdî li pêşiya pêkanîna yekitiya kurdî nebin asteng. Di civakan de bi giştî nakokî derdikevin, ne tenê li cem Kurdan. Gelek gelên ku nakokî di navbera wan de hebûn, niha bûne civakên herî xurt, ji ber ku xwe kirin yek û nakokî derbas kirin.”

Bi gotina Mazlûm ti sedemeke cidî li ber yekrêziya û yekîtiya Kurdan nîne û û nakokiyên niha dê bi demê re çareser bibin û got: “Divê aliyên siyasî hemû berjewendiyên xwe yên kesayetî deynin aliyekî û ji bo berjewendiya gelê Kurd kar bikin. Di vê dawiyê de ji bo pêkanîna yekitiya Kurd, gelek pêşketinên erênî çêbûn.”

Fermanderê Giştî yê HSDê herwiha got ku li Rojavayê Kurdistanê  ji bo pêkanîna yekitiyê divê herdu aliyên Diyaloga Kurdî-Kurdî fedakariyê bikin û tawîzan bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst