Mustafa Ozçelîk: Em dibêjin statuya siyasî, HDP dibêje netewa demokratîk

20-02-2019
RÛDAW
Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk
Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan PAK Mustafa Ozçelik HDP Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk, di derbarê doza li dijî partiya wan û xebatên tifaqên hilbijartinê yên Bakurê Kurdistanê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

 

Mustafa Ozçelîk ragihand ku di derbarê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye (PDK-T) de dozên girtinê hatine vekirin, herwiha ji bo Partiya Komunîst a Kurdistanê (PKK) ku berê navê wê Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) bû jî, hişyarî hatiye şandin.

 

Ozçelîk diyar kir ku dadgehê ji bo parastina xwe bidin, demek ji bo van partiyan diyar kiriye û got: “Niha ji bo parastinê wext dane me, ji bo doza daxistinê. Ev pêvajoyeke dirêj e. Piştî damezirandina PAKê bi du mehan, Serdozgerê Dadgeha Bilind ji me re hişyarî şand û got; navê xwe, bernameya xwe û destûra xwe biguherînin, ev li dijî qanûna bingehîn a Tirkiyeyê ye. Piştî wê, Serokê Dadgeha Qanûna Bingehîn eynî daxwazê ji me kir. Me got em naguherînin, ev mafekî me yê rewa ye. Herwiha di destûra Tirkiyeyê de jî maddeya 90î heye ku rê dide em bikaribin partiyên bi vî rengî ava bikin.”

 

“Doz, bi konjoktura îro ve jî girêdayî ye”

 

Mustafa Ozçelîk li ser parastina doza ku li wan hatiye vekirin jî got: “Niha em parastina xwe amade dikin li gel hevalên PSKyî. Di eynî rojê de doz hatin vekirin. Danûstandinên me hene. Hevalên PDK-Tyê parastina xwe dane. Helbet divê partiyên Kurdistanî, hemû welatperwer, niştimanperwerên Bakurê Kurdistanê piştgiriya van partiyan bikin ku di qada yasayî de jî em bikaribin rêyekê ji xwe re vekin. Parastina nivîskî heye, piştî wê parastina devkî heye, pêvajo dûr û dirêj e û ne hêsan e. Di qanûnên Tirkiyeyê de gelek madde, xal hene û rê didin me ku em karibin partiyên xwe vekin. Bawer dikim dê ne hêsan be. Bi konjoktura îro ve jî girêdayî ye. 4 sal in ku partiyên me hene û em xebata xwe dikin. Konjoktur bê guhertin, ev jî dikare bê guhertin.”

 

Di derbarê hevpeymaniyên partiyên Kurdistanî yên ji bo hilbijartinên herêmî yên li Tirkiyeyê de jî Mustafa Ozçelîk anî ziman ku îro li qada siyasî sê alternatîv hene û diyar kir: “Aliyekî partiyên dewletê ne, tifaqa milet û tifaqa cumhûr. Li aliyekî HDPya ku 5-6 milyon dengên Kurdan distîne lê dibêje ez jî beşek ji siyaseta Tirkiyeyê me, beşeke ji siyaseta netewa demokratîk û welatê hevbeş û cumhûriyeta demokratîk im. Ev jî aliyek e. Aliyên me jî em dibêjin em nûner û parêzvanên doza neteweyî û niştimaniya Kurdistanî ya gelê xwe ne. Di vê maneyê de, fiîlî jî û siyasî sê alternatîf hene. PAK, PSK û gelek siyasetmedarên welatperwer di nav vê tifaqê de ne.”

 

Ji HAK-PARê re name

 

Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk diyar kir ku wan ji Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) re jî name şandibû ku ew jî bikeve nav vê tifaqê, lê belê HAK-PAR beşdarî hilbijartinan nebûye û ji wan re ragihandiye ku ew dê piştgiriya namzetên platforma wan bikin. Ozçelîk da zanîn ku PDK-Bakur, ji destpêkê ve ji wan re gotiye ku ew dê piştgiriya wan bike.

Mustafa Ozçelîk got: “Hemû PDK; çi PDK-Bakur, çi PDK-T, çi PDK-Platform, hemû PDKyî, em bawer dikin piraniya wan piştgiriya vê xebatê dikin û her ku hilbijartin nêz dibe, li Bakurê Kurdistanê tifaqa welatperwer û demokrat dê bibe alternatîva neteweyî û niştimanî.”

 

Di derbarê beşdariya tifaqa bi HDPê ya PDK-T û PDK-Platformê de jî Ozçelîk amaje bi wê yekê kir ku hindek aliyên Kurdan, ji bo bi destxistina hin şaredariyên bajaran piştgiriyê didine HDPê.

 

Mustafa Ozçelîk diyar kir ku rêveberiyên van partiyên ku piştgirî didine HDPê, bi awayekî eşkere dibêjin ku “ji bo hilbijartinan, pêwîstî bi tifaqên siyasî û prensîbî nîne, bes ji bona danûstandin û berjewendiyan e.”

 

Ozçelîk destnîşan kir: “Ji ber vê ev ne tifaq, lê belê piştgirî ye. Bi navê tifaqa Kurdistanî hate îfadekirin; ev jî xelet e. HDP, xwe wek partiyeke Tirkiyeyî dibîne, partiyên din jî ne ku li ser prensîb û hişmendî û rêbazeke neteweyî û Kurdistanî ev tişt çêkirine. Hem cuda ne, hem jî tifaqek li ser vê bingehê tune ye. Ne tifaqeke bi ser navê Kurdistanî ye, piştgirî ye. Ez bawer dikim xeletiyek tê de heye.”

 

“Em dibêjin statuya siyasî, HDP dibêje netewa demokratîk”

 

Di derbarê xebat û propagandaya xwe ya ji bo hilbijartinan de jî Ozçelîk da zanîn ku ew dê li ser sê xalan van xebatên xwe bimeşînin û wiha berdewam kir: “Li gel ew partiyên ku 95 sal in dibêjin; yek dewlet, yek milet û yek al, xeteke me ya stûr heye. Ew aliyên dewletê ne û berpirsên vê siyaseta li Bakur in. Aliyê din ê HDPê jî em dibêjin HDP dibêje; cumhuriyeta demokratîk, netewa demokratîk û welatê hevbeş. Em dibêjin miletê Kurd, Kurdistan û statuyeke siyasî.”

 

“Şer zirarê dide hemû destkeftiyên Bakurê Kurdistanê”

 

Serokê PAKê Ozçelîk, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku şerê li Bakurê Kurdistanê tê kirin, ziyanê dide hemû destkeftiyan û got: “Em li dijî vî şerî ne.”

 

Ozçelîk diyar kir: “HDPê piştgiriya şerê xendeq û barîqatan kir ku ew piştgirî, rê vekir ku gelek destkeftiyên Kurdan ji dest wan biçin. Dewleta Tirkiyeyê dixwest ku destkeftiyên Kurdan ên siyasî û demokratîk ji destê Kurdan bistîne û şer destpê kir. PKKê jî bi xendeqan rê jê re xweş kir û HDPê jî fiîlî desteka vêya kir û gelek caran daxuyanî jî da.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst