Baroya Mêrdînê: Derbarê dosyeya êrîşa Nisêbînê de biryara sînordarkirinê hatiye dayîn

20-01-2023
RÛDAW
Nîşan Baroya Mêrdînê Nisêbîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyekê sersaxî li malbat û kesûkarên qurbaniyên êrîşa li ser rêya navçeya Nisêbînê kir ku têde 3 jê jin 5 welatiyên Başûrê Kurdistanê hatibûn kuştin. Baroya Mêrdînê ragihand ew ji destpêkê ve lêkolîna li ser êrîşê dişopînin û amade ne di warê yasayî de piştevaniya malbatên qurbaniyan bikin. Herwiha got jî “Derbarê dosyeya darizandina tawanbarên êrîşê de jî biryara sînordarkirinê hatiye dayîn.”

Berê Sibeha roja Pêncşemê 19ê Çileya 2023an li ser rêya sereke ya Nisêbîn-Mêrdînê çend kesan otomobîleke welatiyên ji parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê rawestandin û 3 jê jin 5 kesên ji 2 malbatên ku di otomobîlê de bûn dan ber guleyan û ew kuştin.

Piştî bûyerê hêzên ewlekariyê lêkolîn dan destpêkirin û 6 kes hatin desteserkirin. Piştî karûbarên yasayî îro roja Înê 20ê Çileya 2023an 2 kes ji wan hatin berdan û lêkolînên li ser 4 kesên din berdewam in.

Ev êrîş di nav beşek ji, partiyên siyasî, kesayet,  komele û saziyên civaka sivîl yên Bakurê Kurdistanê  de bû sedema karvedanan.

Îro roja Înê 20ê Çileya 2023an Baroya Mêrdînê bi daxuyaniyeke nivîskî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî êrîş şermezar kir.

Baroya Mêrdînê ragihand piştî bûyerê 6 kes hatine destserkirin, lê dû ji wan piştî wergirtina îfadeyê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve, hatine berdan û got:”4 kes hîn desteserkirîne û derbarê   dosyeya lêkolînê de biryara sînordarkirinê hatiye dayîn.”

Baroya navborî di beşeke din a daxuyaniya xwe de êrîş şermezar kir û sersaxî li malbat û kesûkarên qurbaniyan kir.

Baroya Mêrdînê dibêje: “Divê bi lêkolîneke berfireh armancên vê komkujiyê bên diyarkirin û kes yan jî kesên biker  li pêş darazê hesab bidin. Em weke Baroya Mêrdînê ji raya giştî re didin zanîn ku ji  destpêkê ve em  proseya lêkolînê dişopînin û eger daxwazeke malbatan hebe em amade ne di warê yasayî de her cor piştevaniyekê  bidin wan. ”

Ev daxuyaniya Baroya Mêrdînê di demekê de ye, her îro roja Înê nûnerên 61 komele, weqf, sendîka û saziyên civaka sivîl û beşek ji xelkê Mêrdînê  piştî nimêja Înê li pêşiya mizgefteke mezin a wê parêzgehê di bin navê Platforma Saziyên Civakî yên Mêrdînê êrîş şeremzar kirin.

Serokê partiya HUDAPARê Zekeriya Yapicioglu jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî êrîş şermezar kir û got:“Ez ji xwedê bo xwîşk û birayên xwe yên  ku di vê êrîşa hovane de wafat kirine rehmê û bo malbatên wan jî sebrê dixwazim. Ez kujeran lenet dikim. Divê bûyer demildest ji hemû aliyan ve  bê zelalkirin.”

Hevserokê Bajarê Stenbolê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ferhat Encu jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî êrîş şermezar kir.

Biryar e sibe 21ê Çileya 2023an jî li parêzgeha Mêrdînê derdora 20 Saziyên din ên Civaka Sivîl yên Mêrdînê ligel beşek ji dikandar û esnafên wê parêzgehê di demjimêr 13.00an de li navenda bajar bi çalakiyekê wê êrîşê şermezar bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst