
Navenda Çareseriya Lihevnekirin a Norweçê navbeynkariya aliyên Kurdî û hikûmeta Îranê dike
Hewlêr (Rûdaw) – Xebatên Navenda Çareseriya Lihevnekirin a Norwecê (Noref) ku di navbera hikûmeta Îranî û partiyên Rojhilatê Kurdistanê de navbeynkariyê dike, du sal in berdewam in.
Li gor daxuyaniya Navenda Piştevaniya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê, ji bo destpêkirina hevdîtinên ligel Îranê, partiyên Kurdî pêşmercên xwe ji rêveberiya wî welatî re ragihandine.
Derbarê peywendiyên aliyên Kurdî û hikûmeta Îranê de Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Mistefa Hicrî ji Rûdawê re got: “Em heta niha ligel Komara Îslamî ya Îranê negihîştine qonaxa gotûbêjan. Navenda Çareseriya Lihevnekirin a Norweçê ji bo çareseriyê çend tişt pêşniyarê me kirine. Me jî weke navenda piştgiriyê nêrînên xwe ji wan re gotine. Em niha li benda bersîva Îranê ne.”
Yek ji mercên partiyên Rojhilatê Kurdistanê ew e ku rêveberiya Tehranê di medyaya fermî de rabigihîne ku “gotûbêjên aliyên Kurdî û hikûmeta Îranê dest pê kirine”.
Yek ji berpirsên Partiya Şoreşger û Zehmetkeşên Kurdistanê Salih Şerîfî jî dibêje: “Em weke prensîp bi erênî pêşwazî li rêyên lihevkirinê dikin û her tim baweriya me bi diyalogê hatiye. Lê em dibînin ku tiştê vê dawiyê têne encamndan, ne diyalogên rasteqîn in. Tenê ji bo destpêkirina gotûbêjan, hinek danûstandin hatine kirin.”
Salih Şerîfî hevdîtinên ligel Îranê piştrast kir û got: “Ev hevdîtina me ne ji bo lihevkirinê bû. Me mijara ka em dikarin ligel Îranê, li hev bikin nirxand.”
Tê gotin ku serperiştiya komiteya ji bo diyalogan hate avakirin, Mihemed Qazim Secadpur dike.
Li gor zanyariyên Rûdawê, aliyên siyasî yên Kurdî azadkirina siyasiyên Kurd û herwiha hikûmet kolberan nekin armanca xwe, weke merc danîne li ber Îranê.
Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê Arif Bawacanî jî destnîşan kir ku wî xwestiye bi rêya Navenda Çareseriya Lihevnekirin a Norweçê hewl daye derbarê hevdîtinan de zanyarî werbigrin, lê ti agahiyên piştrastkirî wernegirtine.
Arif Bawacanî got: “Îran dixwaze ev pêvajo bi veşartî birêve biçe, lê çavkaniyeke ji hevdîtinan hayda, ji min re got ku rêveberiya Tehranê cih û dema hevdîtinê ji televîzyona Al Jezirayê re eşkere kiriye.”
Bawacanî herwiha partiyên tevlî civîna bûne rexne kir û wiha axivî: “Îran ti mafê Kurdan nade. Armanca Îranê ji hevdîtina ew e ku partiyên Kurdî bixapîne. Piştî hevdîtinan dikare daxwaza hevdîtinên dualî bikin. Dibe ku tişta anîne sere Ebdulrahman Qasimlo niha jî dubare bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse