FLAŞ / RANIYE - Alozî zêdetir bû; 5 kuştî, 80 birîndar!

19-12-2017
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Silêmanî Raniye Xwepêşandan Kuştî Birîndar
A+ A-

Raniye (Rûdaw) – Li gorî yekemîn daxuyaniya fermî, ji ber aloziyên di xwepêşandana îro ya Raniyeyê de heta niha 5 kesan canê xwe ji dest dane û 80 kesên din jî birîndar bûne.

 

Li bajarê Raniyeyê îro jî xwepêşandan berdewam e û li gorî zanyariyan di xwepêşandanê de alozî derketiye û di nava xwepêşanderan de hin kesên çekdar teqeyê li baregehên partiyan û avahiyên giştî dikin.

 

Di encama zêdetirbûna aloziyan de, pevçûn di navbera hêzên ewlehiyê yên li sînorê parêzgeha Silêmaniyê û xwepêşanderan de jî derketiye.

 

Li gorî zanyariyên destpêkê, hatibû gotin, ku di encama aloziyan de hejmarek kes birîndar bûne, lê piştre yekemîn daxuyaniya fermî li ser bûyerên îro yên li Raniyeyê hat, ku li gor vê daxuyaniyê di xwepêşandana Raniyeyê de kuştî jî hene.

 

Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Raniyeyê, Teha Mihemed di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Di xwepêşandana îro Sêşemî ya li Raniyeyê de 5 kesan canê xwe ji dest dane û 80 kes jî birîndar bûne.”

 

 

Îro di xwepêşandana li Raniyeyê de, baregehên Melbend û Komîteya Rêxistina YNKê û Melbenda Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê hatine şewitandin.

 

Ji ber berdewamiya aloziyên li Raniyeyê, metrisî li ser baregehên aliyên din ên siyasî jî heye.

 

Berpirsê Rêxistina Liqa 11 a Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK) li Raniyeyê, Seîd Silêman jî ji Rûdawê re da xuyakirin, hin kesên ku bi navê xwepêşandanê hatine ser cadeyan, çek di destê wan de heye û teqeyan li baregeha wan dikin, û ji ber wê yekê jî ew di metirsiyê de ne.

 

Seîd Silêman got: “Gulleyên xwepêşanderan li baregeha me dikevin û metirsî li ser endam û pasevanên me heye, lê belê em tenê teqeya hewayî dikin, daku kesên teqeyê li me dikin, ji baregeha me dûr bikevin.”

 

 

Nivîsîn: Sîna Soma

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst