Li Sêwazê zift herikiye nav Rûbarê Sor û bûye gef

19-07-2023
Zozan Çetîn
Nîşan Sêwaz Rûbarê Sor Zift
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê zifta ku herikiye nav Rûbarê Sor Sor (Kizilirmak) li ser jiyana gelek candaran bûye gef.

Li parêzgeha qirêjeke reş tevlî Rûbarê Sor bûye û ev yek bûye sedema nerazîbûnan. Derbarê mijarê de parêzgariyê daxuyaniyek da û dibêje, ew qirêja niha tevlî çem bûye di wê astê de ye ku bandorê li hemû aliyên jiyanê bike û wan derbarê çavkaniya qirêjê de dest bi lêkolînê kiriye.

Piştî ku hinek ragihandinên xwecihî û medyayên civakî dîmenê qirêjbûna Rûbarê Sor belav kirin, Parêzgariya Sêwazê ragihand ku piştî belavbûna wan nûçeyan pêwîst dîtine daxuyaniyekê bidin.

Di daxuyaniya parêzgariyê de tê gotin ku tîmên şaredariyê, Rêveberiya Bajarvanî û Guherîna Keşûhewayê û Rêveberiya Çandinî û Daristanan bo diyarkirina sedema wê qirêjê li navçeyê dest bi lêkolînê kirine.

Parêzgariya Sêwazê dibêje: “Di lêkolînan de, hat famkirin ku zift ketiye nav ava Parka Aksu û ji wir derbasî nav Kizilirmakê bûye, ew qirêja ku di rûbar de çêbûye gef e bo ser jiyanê. Lêkolîn berdewam in. Li gor encama lêkolînan derbarê kes û saziyên ku bûne sedema vê qirêjê dê rêkarên pêwîst bên cîbicîhkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst