KCD: Newşîrwan Mistefa heta dawiya jiyana xwe bo gelê Kurd têkoşîn kir

19-05-2017
RÛDAW
Nîşan KCD Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa Sersaxî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji ber koça dawî ya Serokê Giştî yê Tevgera Gorranê peyameke sersaxiyê weşand.

 

KCD di daxuyaniya xwe de sersaziyê ji malbata Newşîrwan Mistefa û gelê Kurdistanê re dixwaze û dibêje, ku Newşîrwan Mistefa heta dawiya jiyana xwe ji bo gelê kurd têkoşîn kir.

 

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin: “Ji ber vê yekê wefata birêz Mistefa bi giştî ji bo gelên Kurdistanê û gelê başûrê Kurdistanê windahiya nirxeke mezin e.”

 

Peyama sersaxiyê ya KCDê bi vî awayî ye:

 

“Bi xemgînî ve me bihîst ku Serokê Giştî yê Tevgera Goranê birêz Newşîrwan Mistefa jiyana xwe ji dest daye. Serê malbata wî û gelê kurd sax be. Em dizanin ku birêz Mistefa heta dawiya jiyana xwe ji bo gelê kurd têkoşiya û bi tekoşîna xwe jiyaneke têr û tijî derbas kir. Ji ber vê yekê wefata birêz Mistefa bi giştî ji bo gelên Kurdistanê û gelê başûrê Kurdistanê windahiya nirxeke mezin e. Wekî Kongreya Civaka Demokratîk em careke din dibêjin ku bila serê malbata wî û gelê Kurdistanê sax be.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst