KOÇBERÎ Û PENABERÎ – Para şêr ji Herêma Kurdistanê re maye

19-04-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Koçber Penaber Aware Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nêzîkî 265 hezar koçberên ji 3 parçeyên Kurdistanê niha li Herêma Kurdistanê dijîn. Ji Iraq û Sûriyê jî milyonek û 670 hezar kes hatine Herêma Kurdistanê. Berpisên Wezareta Koç û Koçberan dibêje, hevkariyên navdewletî raste rast nayên destê wan, lewma alîkariya wan jî ji koçber û penaberan re bi sînor e.

 

Aware, anku koçberî û penaberî li Başûrê Kurdistanê hevokên berniyas in. Di salên derbasbûyî û bi taybetî jî salên koçberiyê de, herî zêde kurdên Başûrê Kurdistanê “aware” dibûn. Lê niha di warê pêşwazîkirina aware û penaberan de “Para Şêr” ji Başûrê Kurdistanê re maye.   

 

Wezîrê Koç û Koçberan a Iraqê Derbaz Mihemmed ji Rûdawê re ragihand, ji ber şerê DAIŞê, ji Hezîrana sala 2014ê heta niha 4 milyon û 350 hezar kes di nav Iraqê de aware bûne, heta niha 2 milyon kes vegeriyane malên xwe.

 

Derbarê koçber û penaberên li Başûrê Kurdistanê jî Rêveberê Rêveberiya Koç û Koçberan a Herêma Kurdistanê Şakir Yasîn diyar kir; “Ji ber şer û pevçûnan hejmareke zêde koçberên Iraq û Sûriyê tên Herêma Kurdistanê. Li hinek cihan şer disekine û koçber vedigerin malên xwe lê di heman demê de li herêmên din kesên din aware dibin. Bi vî awayî hejmara koçberan di astekî de disekine.”

 

Şakir Yasîn da zanîn, ku ji parçeyên din ên Kurdistanê jî koçber hatine Herêma Kurdistanê û got; “Li Herêma Kurdistanê, 265 hezar koçberên ji her sê parçeyên Kurdistanê dijîn. Herwiha milyonek û 670 hezar kes jî ji Iraq û Sûriyê hatine.”

 

Rêveberê Rêveberiya Koç û Koçberan a Herêma Kurdistanê Şakir Yasîn daxuyand, ku alîkariyên navdewletî rasterast nagihin destê hikûmeta Herêma Kurdistanê. Lewma jî sûdeke berçav jê nayê girtin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst