Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber berf û pûkê rêyên 90 gundan hatin girtin.
Li navçeyên Xozat, Pilur, Qisle û li navenda Dêrsimê ji şeva borî ve berf dibare û bandoreke neyînî li jiyana rojane kiriye.
Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê doh ji ber berfê hişyarî dabû.
Li navçeyên Xozat, Pilur, Qisle û li navenda Dêrsimê ji ber berf û pûkê rêyên 90 gundan hatin girtin.
Tîmên Îdareya Taybet a Dêrsîmê ji bo vekirina rêyan dest bi xebatê kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse